Hunermendên Kurd ên li Skandînavyayê xwe birêxistin dikin

Hunermendên Kurd li Stockholmê civînek li dar xistin û ji bo li gelemperiya Skandînavyayê bibin xwedî saziyekê zend û bend ba dan.

Ji Swêdê 2, ji Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê 3 bi giştî 5 hunermend tevlî civînê bûn û biryar hate dayin ku komîteyek were avakirin. Ji bo Saziya Çanda Kurd a Skandînavyayê veguhere saziyeke fermî , hunermendên Kurd ên li Skandînavyayê dijîn wê konferansekê li dar bixin.

Hunermend Armanc ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li welatên Skandînavyayê gelek hunermendên Kurd hene, lê têkiliya navbera wan qels e û bi rêya avakirina saziyekê ew dixwazin vê têkiliyê û hevgirtinê xurt bikin.

Armanc işaret bi zor û zehmetiya hunera bêyî rêxistinbûnê kir û got, "Hin hevalên me ji ber ku tena serê xwe ne, bi zor û zehmetî hunera xwe dikin. Saziyeke çandê ya xweser a bê avakirin wê li ser pirsgirêkên hunermendan bisekine û hewl bide çareseriyekê jê re peyda bike."