BI DÎMEN

Hûnermend: Yekîtiya Netewî wê komployê pûç bike

Henermendan diyar kirin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi têkoşîna hevpar pêk were û gotin, ‘’Heke Kongra Netewî pêk were, wê demê komplo wê pûç bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê azad bibe’’

Hunermendan di salvegera Komploya Navdewletî ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ANF’ê re axivîn. Hunermendan gotin, ‘’Armanca komployê tasfîyekirina têkşina Azadiya Kurd bû. Heke li dijî vê li her deverê têkoşîn were geşkirin Kurd wê azad bibin.

 ‘HÊZÊN GLOBAL JI BO PLANÊN XWE OCALAN RADESTÎ DEWLETA TIRK KIRIN’

Hunermend Diyar Dêrsim got, ‘’Sedema çima Rêber Apo bi komployê hate radestkirin îro ji kaosa Rojhilata Navîn baştir tê fêhmkirin’’ û got, şerê dinyayê yê 3. ê li herêmê jî çespandina vê ye.

Dêrsim diyar kir ku di salvegera 18. a komployê de tecrîd li Imraliyê hatiye girantirkirin û wiha got: ‘’Îro li Rojhilata Navîn şerê dinyayê yê 3. heye. Ev krîzeke giran e. Avaniyên netew-dewletê diguherin. Hêzên desthilatdariyê li herêmê şerê parvekirina herêmê didin. Ev hemû nîşan  didin bê ka çima Rêber Apo hate girtin. Ji ber ku wan hê demê dîtin ku wê li Rojhilata Navîn çi were jiyîn. Ji ber vê jî hêzên emperyal dema ku li ser cografayayekê planekê girêdidin bi  planên 50 salî tevdigerin. Beriya bi 20 salan jî dizanîn bê ka wê li herêmê çi were jiyîn’’ her wiha bi berdewamî diyar kir ji ber ku Ocalan wê plana van hêzên global têk bibira ew radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.

Dêrsim bi berdewamî got: ‘’Heke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, li şehîd, têkoşîn û rêbertî xwedî derbikevin, dikarin heq ji kaosa Rojhilata Navîn derbikevin û bi awayekî xurt têkevin sedsala nû. Ji bo vê jî yekîtî şert e. Heke em vê nekin em dikarin sed saleke dî jî ji dest ve berdin. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku Kurd wê li nirxên xwe xwedî derbikevin, li azadiya xwe xwedî derbikevin û vê veguherînin derfeteke dîrokî. Bi vî awayî jî em ê Rêber Apo azad bikin. Gelê me, welatê me wê azad bibe, li ser vê bingehê ji her kesî re serkeftinê dixwazim.’’

 ‘KURD WÊ TÊKOŞÎNA XWE SERFIRAZ BIKIN’

Nasir Rizazî jî got komplo gelek tişt ji dest Kurdan birin lê di heman demê de kir ku pirsa Kurd li tevaniya dinyayê were nasîn.

Rizazî wiha got: ‘’Îro li Kurdistanê di nav partiyên siyasî de hin nakokî hene, Kurdistan ji pêvajoyeke giran derbas dibe, di mijara aboriyê de hin arîşe hene. Ez hêvî dikim ku ev rewş di zûtirîn demê de çareser bibe. Di serdemeke baştir de ji ber sedemên navxweyî û derveyî me nekarî kongreyê pêk bînin. Heke partiyên siyasî diyalogê deynini, pirsgirêkên navxweyî çareser bikin Kongra Netewî wê pêk were. Heke Kongra Netewî pêk were, wê demê komplo wê were pûçkirin, Rêberê Gelê Kurd jî azad bibe.’’

‘ ‘DIVÊ DI HÊLA FIZÎKÎ DE EM RÊBER APO AZAD BIKIN’

Hunermend Zozan Gabar jîg ot ‘’18 salên komployê êşên giran dane gelê Kurd. Ji ber ku koplo di serî de mîmarê azadiyê Rêber Apo  radest girt’’ û tiştên ku divê li dijî komployê werin kirin jî wiha got: 

 ‘’Ev komplo bi teqezî divê neyê qebûlkirin. Komploya bi ser Rêber Apo de hebûna Kurdan armanc kiribû. Xwestin ku Kurdan ji sîsikê ve radest bigirin. Lê helwesta berxwedanê ya Rêber Apo a 18 salan bi debdebe bû. Rêber Apo li gel ku li Imraliyê jî bû got, ‘’ez azad im’’ Got, ‘’Hûn a rast ji bo azadiya xwe têbikoşin, ku hûn azad bibin ez jixwe azad im’’

Heke em dixwazin azadiya Rêber Apo a fizîkî pêk bînin,  heke em dixwazin pê re Kurdan û mirovahiyê, jinê azad bikin, naxwe divê em têkoşînê geş û gur bikin. Tenê bi têkoşînê azadî dibe. Ev têkoşîn di hunerê de dibe, di şer de, di berxwedanê de, ne girîng e. Lê teqez divê têkoşîn hebe.’’