HPG: Li Licê 1 serek komîser û 3 endamên MÎT’ê hatin kuştin

HPG’ê têkilî êrîşên li Licê ku 4 endamê îstîxbaratê hatin kuştin daxuyanî da û ragihand ku di şer de gerîlayek şehîd bûye. HPG'ê li ser êrîşên hêzên dewletê yên li ser gundiyan agahiyên berfireh dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî operasyona artêşa Tirk li ser gundên Licê ya Amedê û şerê di navbeyna hêzên gerîla û artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî da:

''26'ê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Apê Mûsa ya di naveyna navçeyên Licê û  Hênê yên Amedê de operasyon da destpêkirin. Di vê operasyonê de ku yekîneyên veşartî li eraziyê bi cih bûbûn, 2'yê Cotmehê di navbeyna saet 01.30 û berê sibehê ya 3'yê Cotmehê bi gelek helekoptêrên êrîşê qad pir hate bombekirin. Piştî bombekirinan hêzên dagirker bi helîkoptêrên bi tîpên Skorskyê leşker daxistin qadê û di navbeyna hêzen me û yekîneyên dijmin de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de hevalekî me ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kiriye şehîd bûye.

Agahiyên nasnemeyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2018/maskeli_foto.jpg

Nasnav: Delîl Firat
Nav û Paşnav: Bedîrhan Rampa
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê - Bav: Xecê - Ramazan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 2’ê Cotmeha 2018

5'ê Cotmehê saet 15.30'an hêzên me li qada Apê Mûsa demek dirêj kire jêr kontrola xwe û wesayîteke bi tîpa Amarokê ya endamên îstîxbaratê kirin hedefa xwe. Derbeke serkeftî li wesayîtê hate xistin û di wesayitê de 1 serek komîser û 3 endamên îstîxbaratê hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkoptêrên kobrayê qad gelek caran bombe kirin û piştre bi helîkoptêrên Skorsyê leşkerên kuştî ji qadê birin. Piştî bombekirin û şerê li qadê artêşa TC'ê bi koordîneeya Waliyê Amedê û Fermandarê Qolorduya 7'an 4'ê Cotmehê li ser 65 gundên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hate ragihandin û bi tevlêbûna gelek tîmên taybet, endamên îstîxbaratê û cerdevanan qada operasyonê hate berfirehkirin.

10'ê Cotmehê artêşa TC'ê beşek ji qada operasyonê vekişand, li eraziyê kemînên yekîneyên veşartî didomin.

15'ê Cotmehê îsa hêzên dagirker li ser gundên Kelê, Biryas, Cumaleş, Mehmê, Şelê, Cahît, Derkam, Elnehîr, Hegasor û Labovîtê yên Licê û Hênê operasyoneke berfireh da destpêkirin.  Artêşa TC'ê ya daigrker li van gundan, li ser gelê herêmê zext kiriye, êşkence kiriye û dijûn li wan kirine, gelek kes destgîr kirine. Dewleta  dagirker a TC'ê bi zext, êşkence û rêbazên gemarî dixwaze çavê gelê herêmê bitirsîne û wan ji gundên wan bi zorê derxîne.''