HPG: Li Lêlkan, Bazîd, Çelê û Semsûrê gelek leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku hêzên wan li Lêlkan, Bazîd, Çelê û Semsûrê çalakî li dar xistine û gelek leşker kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku hêzên wan li Lêlkan, Bazîd, Çelê û Semsûrê çalakî li dar xistine û gelek leşker kuştine.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 17’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Kitekitên çalakiyan wisa ne;

LI LÊLKANÊ ÇALAKÎ

Saet di 08.40’an de hêzên me li dijî dagirkerên Lêlkanê yên Sidekana Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistine.  Di vê çalakiyê de çeperên dijmin hatine rûxandin û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

WESAYÎTA LEŞKERÎ YA REO HATE ÎMHAKIRIN Û 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA-Starê saet di 09.30’an de li dijî artêş Tirk a dagirker ya li Qada Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî ya Reo hatiye îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obûs û hawanan li qada çalakiyê daye.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Saet di 19.00’an de hêzên me li Girê Koordîneyê yê Çelêya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 7 cihan li çeperan dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin gelek çeperên dijmin hatine rûxandin û herî kêm 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan qad bomberdûman kiriye.

EYALETA SERHEDÊ

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger a li Eyaleta Serhedê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Kitekitên van çalakiyan wisa ne;

5 ENDAMÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN KUŞTIN

Di 28’ê Tîrmehê de li ser rêya Bazîd-Îdîrê hêzên me konvoyek xistine bin kontrola xwe ya ku endamên îstîxbaratê tê de bûne. Hêzên me di heman rojê de saet di 10.30’an de li dijî wesayîta bi navê Amarok çalakiyeke sabotajê li dar xistine ya ku endamên îstîxbaratê tê de bûne. Ev wesayît îmha bûye û 5 endamên îstîxbaratê mirine. Hêzên me li wesayîtên din ên konvoyê jî dane. Li vê derê 2 leşker hatine kuştin û leşkerek birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Kobra mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

LI TENDÛREKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN Û 3 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Di 15’ê Tebaxê de saet di 19.00’an de hêzên me li dijî girekî ku ewlehiya qereqola Kevirê Şamiyê ya li Tendûrekê  pêk dianî, çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

LI KOMURA SEMSÛRÊ WESAYÎTA KOBRA HATE ÎMHAKIRIN

Di 14’ê Tebaxê de hêzên me li bajaroka Komurê ya Semsûrê li dijî kana mermerê ya ku bi dijmin re dixebite, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me hemû karkerkên kana mermerê hişyar kirine û 13 wesayîtên li kana mermerê şewitandine. Piştî çalakiyê dema ku wesayîta Kobra hatiye mudaxeleya çalakiyê hêzên me li dijî wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta Kobra îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî van çalakiyan artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Di 16’ê Tebaxê de hêzên me li dijî yekîneyên dijmin çalakiya sabotajê ya duyemîn li dar xistine. Di vê çalakiyê de jî gelek leşker mirine û birîndar bûne. Ev operasyon hê jî didome.”