HPG: Li herêma Bradostê 18 leşker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku li herêma Bradostê 18 leşker hatine kuştin, 2 gerila jiyana xwe ji dest dane û li Zapê jî droneyek hatiye şikandin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser operasyonêa ku artêşa Tirk li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin û li ser şer daxuyaniyeke nivîskî da û got 18 leşkerên Tirk hatine kuştin, 2 gerilyan jî jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê her wiha got li Zapê droneyek jî hatiye şikandin.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:

OPERASYON Û ŞERÊ LI HERÊMA BRADOSTÊ

‘’Li ser operasyona artêşa TC’ê ya dagirker a li qada Bradostê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de û şerê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de;

15’ê Adarê 06.30’an leşkerên dagirker dema ku xwestin derbasî gire Masîro bibin di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Li dijî yekîneyeke operasyonê hêzên me rêze sabotaj pêk anîne. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 8 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Heman rojê saet 09.30’an hêzên dijmin xwestin derbasî girê Partîzan bibin û şer derket. Di vî şerî de ji hêzên dijimin 2 leşker hatine kuştin.

16’ê Adarê hêzên me di navbeyna saet 07.00’an û 16.00’an de li gire Partîzan û Masîro gelek çalakî pêk anîne. Di van çalakiyan de yekîneyên dijmin bûne hedef, tam tespît nebû bê ka ji hêzên dijmin çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn.

Heman rojê saet 12.30’an hêzên me xwestin li gire Masîor bikevin nav leşkerên dijmin. Ji nêz ve hêzên me li yekîneya dijmin xistine û tespît bûyî 7 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkoptêreke bi tîpa kobra ku xwest mudaheleyî li qadê bike bûye hedefa hezên me. Helîkoptêrên kobra ku kete ber hedefa hêzên me de neçar maye ku vekişe.

Li qadê ku dijmin bi koordîneya Amûrên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA), bi balefirên şer, obûs û hawanan qad tim bombe kirî, di maweya du rojan a operasyona dagirkirinê de 18 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 hevalên me jî şehîd bûn.

LI ZAPÊ DRONEYEK HATE ŞIKANDIN

16’ê Adarê saet 13.30’an li droneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li Cîloya biçûk a herêma Zapê ya Qadên Parastinê ya Medyayê diçû û dihat ji hêla hêzên me ve derb xwariye û hatiye şikandin.’’