HPG: 9 jê tîmên taybet 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li Colemêrgê 9, li Dersimê jî 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 15 û 16'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me êvara 15'ê Gulanê saet 19:20'î li dijî hêzên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya ewlekariyê ya navbera qereqola Tesê û girê Heftkanî dixebitîn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerê mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

WESAYITA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN: 9 LEŞKERÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Şeva heman rojê saet 23:00, hêzên me di çarçoveya pêngavê de li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Ejder, li nêzî taxa Şapatan a Şemzînanê çalakiyek kirin. Di encamê de wesayîta zirxî bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.

LI DERSIMÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
 
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 16'ê Gulanê saet 13:30'î li dijî qereqola Dereova ya li navçeya Qisle ya Dersimê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû."