HPG’ê têkildarî Kerkûkê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê notek a agahdarkirinê parve kir. HPG’ê diyar kir ku wê têkildarî rewşa Kerkûkê agahiyên hê berfirehtir wê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bike.

Daxuyaniya ji aliyê berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn wiha ye:

“Îro ji saetên sibê ve artêşa Iraqê û Hêzên Heşdî Şebî li navenda Kerkûk derdorî wê dest bi êrîşan kirin. Piştî êrîşan û şûnde hêzên pêşmerge yên li herêmê çeperên xwe berdûn û çûn. Piştî vê rewşê, hêzên gerîla li navenda bajêr û derdorî wê xetekeparastinê danî. Cih bi cih li navbera artêşa Iraqê û gerîlayên me de şer derket. Têkildarî mijarê wê di demê pêş de agahiyên hê berfirehtir bi raya giştî re bê parvekirin.”