HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên hewayî daxuyaniyek da

HPG’ê, têkildarî çalakiya li Şirnex, bomberdûmana li hember gundiyên Başûr Kurdistanê û gerîlayên li Mûşê jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek nivîskî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand di çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li Şirnexê lidar xistin de 3 leşker hatine kuştin.

HPG’ê, destnîşan kir ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de 10 gundî hatine qetilkirin.

Navenda HPG’ê her wiha nasnameya 4 gerîlayên ku li Mûşê jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

Di 20’ê Îlonê saet di 05.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera gundê Derahinê ya Qilebanê û gundê Giterê ya Elkê bi pêşengiya kontrayan operasyonek daye destpêkirin û hêzên dagirker li qada Goma Çemê Xeçkê girtiye ser malan û şîdet li gel kirine.

Hêzên me di heman rojê de saet di 13.15’an de di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane. Operasyona hêzên dagirker a li Girê Dem û Gêdûka Gosinê didome.

LI ÇELÊ LEŞKERÊN MIRÎ Û BIRÎNDAR HENE

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 20’ê Îlonê saet di 09.30’an de li Çelê ya Colemergê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji sê aliyan ve li qereqola Girê xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

10 GUNDÎ HATIN QETILKIRIN

Di 19’ê Îlonê de balefirên şer ên hêzên dagirker bombe bi ser gel barandiye yên ku hatine ser bax û baxçeyên xwe û 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Îlonê de jî bi êrîşên hewayî bombe bi ser sivîlan barandiye.

Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer di saet 22:45’an, gundê Şamkê û derdorî wê yên li Herêma Zapê, saet 22:30’an, gundê Kiyê, Girê Şehîd Dîren, devera Mervanos ên Herêma Avaşîn, saet 22:00 heta 23:00’an jî Girê Colemêrg ê girêdayî herêma Metîna bombe kirine.

Di encama bomberdûmanê de ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN LI MÛŞÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

Artêşa Tirk a dagirker 5’ê Îlonê li Gundê Derik ê girêdayî Mûşê dest bi operasyoneke ya dagirkirinê kiribû. Hêzên me yên gerîla li gundê Derikê rastî yekîneyek a operasyonê hatine, li vir bi hêzên dijmin re şer qewimiye. Hêzên me yên gerîla ku tevahiya rojê bi dijmin re ketine nava şer, derbên giran li dijmin dan.

Di şer de 4 hevrêyên me bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûne, hevrêyeke me jî bi giran birîndar ketiye destê hêzên dijmin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çiyager Erganî
Nav û Paşnav: Mehmet Saît Akin
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê - Bav: Zehra - Omer
Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

 

Nasnav: Denîz Derelok
Nav û Paşnav: Rejîn Sitki
Cihê Jidayikbûnê: Amediye
Navê Dayikê - Bav:Marya - Sitki
Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

 

Nasnav: Jiyan Andok
Nav û Paşnav: Bahar Menteş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê - Bav:Şukran - Fereş
Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

 

Nasnav: Koçer Cûdî
Nav û Paşnav: Mehmet Elçîk
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê - Bav:Hazmî - Tahîr
Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017