HPG’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Tîrmehê li Colemêrg û 11’ê Tîrmehê li Şirnexê di encama şer de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku êvara 8'ê Tîrmehê li nêzî gundê Goranîs ê li herêma Berwar Sêvdînê ya Colemêrgê, yekîneyeke gerîla ya bi erka xwe radibû li hêzên dijmin rast hat û şer derket.

Navenda HPG’ê wiha got; “Di vî şerê de, ku 4 seatan dewam kir  gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyên me Bahoz û Bager ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bager Navdar

Nav Paşnav: Rezan Yavaş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Bîrgul-Cevat

Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg

***

Nasnav: Bahoz Welat

Nav paşnav: Aykût Salan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sîtî-Sînan

Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 11'ê Tîrmehê artêşa TC a dagirker li qada Kêla Memê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. Di şer û bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûn û hevalê me Mehmet Goyî (Kadrî Bayram) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin."

Di daxuyaniyê de li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

Nasnav: Argeş Tendurek

Nav Paşnav: Soner Bozdag

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Îsmet-Beyalî

Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex

***

Nasnav: Simko Eylo

Nav Paşnav: Îhsan Çalişkan

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Ayşe-Kasim

Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex