HPG: Li Lêlîkanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, li Lêlîkanê di çalakiya gerîla de 2 leşker hatin kuştin. Li ser operasyonên li Agirî, Amed û Şirnexê jî agahî hatin dayin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

ÇALAKIYA LI LÊLÎKANÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 22'ê Îlonê saet 14:30'î li herêma Sidekan a Başûrê Kurdistanê li artêşa TC a dagirker xistin ku li ser girê Lêlîkan ê Bradostê bû. Ji du baskan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

LI AGIRIYÊ OPERASYON

Artêşa TC a dagirker roja 21'ê Îlonê saet 13'an li herêma Hallacê ya çiyayê Agirî bi desteka balafirên bê mirov dest bi operasyonekê kir. Heman rojê saet 18:00 û 20:00 balafirên şer û helîkopterên bi tîpa kobra yên dagirkeran bombe li qada operasyonê barandin. Piştî bomberdûmanê artêşa TC a dagirker bi helîkopterên skorsky leşkerên xwe danî herêmê. Operasyon roja 22'ê Îlonê danê nîvro bi rengekî bê encam qediya. Artêşa TC a dagirker bi rêya medya xwe nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku di operasyonê de şehadetên gerîla çêbûne. Di operasyonê de me şehîd nedane.

OPERASYONÊN LI AMED Û ŞIRNEXÊ

Êvara 19'ê Îlonê artêşa TC a dagirker li herêma Şehîd Kawa ya navbera navçeyên Pasûr, Farqîn, Lice û Hênê yên Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon 21'ê Îlonê bi rengekî bê encam qediya.

GERÎLA BERNA YALMAN ŞEHÎD NEBÛYE Û GIHÎŞTIYE YEKÎNEYA XWE

Di daxuyaniya xwe ya 21'ê Îlona 2018'an de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker roja 14'ê Îlonê li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê bi desteka balafirên bê mirov dest bi operasyonê kiriye û di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me şehîd bûne. Hevala me Hîra Hêvîdar (Berna Yalman) ku me ew weke şehîd îlan kiribûn, şehîd neketiye û bi selametî gihîştiye yekîneya xwe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

21'ê Îlonê saet 10:20'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Kartal ê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

22'ê Îlonê saet 01:10'an helîkopterên bi tîpa kobra yên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şehîd Rustem a herêma Zapê barandin. Ji ber bomberdûmanê agir bi dehl û rezê gundiyan ket."