HPG'ê li sê cihan li artêşa Tirk xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Çelê û Qilabanê çalakî li dijî leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê û Qilabanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"11'ê Sibatê saet 11:30'î hêzên me li dijî qereqola Şikêrê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên xurt li nîzamiye û çeperên li nava qereqolê hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist.

12'ê Sibatê saet 22:00 hêzên me li girê Koordîne yê Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

12'ê Sibatê saet 12:00, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîdan ê navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin."