HPG: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Bradostê, Colemêrg, Dersim û Êlihê di çalakiyê gerîla de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên 22-24'ê Gulanê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

LI HERÊMA BRADOSTÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

23'ê Gulanê saet 14:20'î, hêzên me li leşkerên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêma Ermûşê barandin.

Heman rojê saet 16:10'î, hêzên me yên YJA Starê li hêzên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê xistin. Çalakî ji sê aliyan ve hate kirin û bi qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li girê Lêlîkanê û derdora wê barandin.

2 LEŞKER LI COLEMÊRGÊ HATIN KUŞTIN

Saet 18:30 û 19'an jî, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 çalakî pêk anîn. Derbên xurt li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.

24'ê Gulanê saet 07:30'î, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Şehîd Rahîme yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI DERSIMÊ WESAYITA ZIRXÎ HATE TEQANDIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me êvara 21'ê Gulanê saet 18'an li ser rêya navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder a artêşa TC çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayita zirxî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên xwe yên birîndar bi gelek wesayitên zirxî rakir navenda Dersimê.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de 22'ê Gulanê saet 11'an li dijî leşkerên li qereqola Kirmizi Kopru ya li navçeya Pîlemûriyê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI ÊLIHÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ KONTRAYAN

Roja 23'ê Gulanê saet 13'an, hêzên me li nêzî gundê Mişrita yê navçeya Hezo ya Êlihê li dijî kontrayên ku kontrola rê dikin çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de kontrayek birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li mintiqeya gundê Timok, Girê Şêx Fehrettîn û Girê Manirê dest bi operasyonê kir.

OPERASYONA LI SÊRTÊ BÊ ENCAM MA

23'ê Gulanê saet 8'an, artêşa TC a dagirker li herêmên Cemevlerinde Karê, Girê Qaç, Girê Kezero û Şehîtlîk ên li navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê saet 15'an bi rengekî binketî qediya."