Hozanekî berxwedanê: Hozan Dilgeş

Hunermend û dostên Hozan Dilgeş, ji ajansa me re qala kesayet û berxwedana wî kirin.

Hunermend û dostên Hozan Dilgeş, ji ajansa me re qala kesayet û berxwedana wî kirin.

'TRAJEDÎ Û BERXWEDANA DÎROKÎ YA GELÊ KURD VEGOT'

SEYÎDXAN: Min salên dûr û dirêj Hozan Dilgeş nas dikir. Li welêt beriya salên 80'î min navê Dilgeş bihîstibû, min navê malbata wî jî bihîstibû, dinasiya. Piştî salên 80'î em hatin gel hev. Dilgeş ji aliyê baweriyê ve Kurdekî Êzidî bû. Tiştên ku di berhem û xebatên wî de ez têgihiştim; Dilgeş bêyî ku bêje Sûnî, Êzidî, Elewî, Kurdistanî bû. Dilê wî ji bo azadiyê lêdixist. Di nava stranên wî de mirov bindestiyê dibînin. Li aliyê din jî li azadiyê digeriya. Li dijî zilm û zora ku bi sedê salan li gelê Kurd hate kirin, li tola wê digeriya. Bi rêya stranên xwe, bi rastî jî li azadiyê digeriya.

Mirovekî ji hunerê hez dikir, ji stranbêjiyê hez dikir. Dilgeş Pîrekî Êzidiya bû, ji malbateke Êzidiyan bû. Birayê wî yê mezin jî bi hunerê re, bi stranbêjiyê re têkildar bû. Dilgeş ji malbateke wisa hatibû. Di temenekî biçûk de dest bi stranbêjiyê kiribû. Hesreta welêt pê re hebe. Koçber bûbû ji ber sedemên nasnameya wî, ji ber Kurdîtiya wî. Min bi xwe ew li derveyî welêt dît. Ti carî nerawestiya, saza wî ji destê wî neket. Her tim dixwest li pêşberî civakê behsa azadiyê, rizgariyê, zilm û zora bi sedan salan li gelê Kurd hatiye kirin, bike. Di stranên xwe, di peyamên xwe de tim ev danî ziman.

Ez dikarim bêjim, Dilgeş heta dawiya emrê xwe ji bo yekbûna gelê Kurd, ji bo dawî li zilm û zora li Kurdistanê tê kirin bê anîn, li ber xwe da. Bi hunereke resen, ji çavkaniya gelêrî, hem jî ji stranên me yên şoreşê gelekî sûd wergirt. Gelek berhemên hêja derbasî nava civaka me kir. Ji nifşan re bû nimûne. Dilgeş mirovekî bêhempa bû. Zimanekî şîrîn, Kurdewariyeke baş, dilpak, hezkiriyê welatê xwe bû. Welatparêzekî bêdawî bû, bi hêz bû. Di nava civakê, der û dor, di nava dost û hevalên xwe de qala serpêhatiyên gelê Kurd dikir. Serpêhatiyên berê jiya bûn, ku bikaribe çawa jê re çareseriyê bibîne. Hewl dida binivîsîne, bibêje, bistirê û his dikir. Her kêliya ku derdiket ser dikê dixwest bi saetan stranan ji civakê re bibêje. Pir dixwest bi rêya stranan peyamê bide. Nimûneyên stranên wî heta niha li ser zimanê me ne; ji berxwedana çiyayê Bagokê bigire heta bigihêje komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê. Li ser bûyerên 40 salî û yên beriya wê gelek stran, bi rastî jî bi tahm, bi coş berhemên gelekî baş afirand. Weke nimûneyekê di nava me de ma. Ji lehengên vê şoreşê afirandiye, weke Mazlûman, Egîdan, Bêrîvanan, şehîdên Newrozê bi dehan stranên ku wê ti carî neyên jibîrkirin li ser zimanê zar û nifşan, li ser zimanê gelê me man.

Dikarim bêjim Dilgeş çavkaniyeke me ya kûr û berfireh bû. Li aliyê din, însanekî dilovan û dilpak bû. Hez ji dost û hevalên xwe, hez ji şoreşê dikir. Hez ji azadiyê dikir. Lewma ez dibêjim Dilgeş hem bi berhemên xwe, hem bi sekna xwe tabloyek ji cihê rûmetê ye, ji cihê rêzgirtinê ye. Ez dibêjim, me Dilgeş baş nas nekir. Gelek kesan Dilgeş bi vî cûreyî nas nekir. Wî ti carî pişta xwe neda hevalên xwe, ti carî pişta xwe neda doza azadiyê, wî ti carî xwe ji bîr û baweriya vê dozê dûr nexist. Hezkirina wî ji şehîdan re, ji nirxan re, di serî de hezkirina wî ji Rêber Apo. Ew bi xwe dibêje. Dibêje, 'Zilm û zora, îşkeneya ku li şoreşger û pêşengên vê şoreşê, yên li zîndana Amedê hat kirin bandoreke mezin li min kir'. Lewma bi dehan stran li ser Mazlûman, li ser Kemal û Xeyriyan û gelek kesayet û lehengên Kurdistanê stran afirand.

Ji ber vê yekê ez dibêjim, Dilgeş di çavkaniya me ya şoreşê de cihekî rêzgirtinê ji xwe re çêkir. Li aliyê din, wî ti carî resenî, gelêriya me jibîr nekir û ji wê çavkaniyê hatibû. Di her şev û şahiyan de stranên me yên gelêrî jî distira. Dilgeş kesayetekî bi vî rengî têr û tije bû. Rûpelekî pîr û pak ji bo wî hat pejirandin. Dilgeş wê di nava eniya huner û çanda Kurdistanê de wê li ser zar û ziman be. Nifşên nû jî wê wî ji bîr nekin.

'DILSOZÊ NIRXÊN GELÊ XWE BÛ

XELÎL XEMGÎN: Bi dîtina min, aliyê herî girîng ê Dilgeş ew bû; yekemcar weke hunermendekî Kurdê Êzidî sînorê navbera Kurdên din parçe kir û xwe gihand wan. Bi naverokeke sade lê têra xwe dewlemend û dagirtî xwe gihand gel û ji aliyê gel ve hat qebûlkirin. Di sala 1979'an de gelê Kurd bi strana 'Cuş Cuş Hûmeynî' ew nas kir. Kurdan kiryarên hovane yên rejîma Hûmeynî nas kirin. Bi sekn û rêbaza xwe, hunermendekî xweser bû. Di stranên wî de cewhereke kûr a welatparêziyê heye. Dilsoziya wî bi têkoşîna azadiyê û Kurdistanê re, di asta dildariyê de bû. Hozanê gel bû, xwe ne tenê Êzidî didît. Bi rengekî hevgirtî li netewebûna Kurdan dinêrî. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd xweş pejirandibû. Kesayetekî dilsozê nirxên gelê xwe bû.

'HOZANÊ BERXWEDANÊ YÊ GELÊ KURD E'

PEYWAN ARJÎN: Dilgeş hozanê berxwedanê yê gelê Kurd e. Stranên wî li kolan û malên Kurdistanê deng veda. Stranên wî ji aliyê gelek hunermendan ve di şahî û çalakiyan de hatin gotin. Bandor li nifşan kir. Dewlemendiyeke ku wê xwe bigihîne nifşên nû. Ji her alî ve hozanê şoreşê ye. Di salên 1980'î de neçar ma ji cih û warên xwe derkeve. Lê berê wî her tim li welêt bû. Mixabin nebû. Digot, 'eger ez bimirim, mîna sêwiyan min li vir veneşêrin. Bi wî rengî jî be dixwazim vegerim'. Ev hesret her tim di dilê wî de bû. Ji ber vê yekê di stranên xwe de her tim qala Nisêbînê kir.

Ti carî nirxên şoreşgerî ji bîr nekir. Çiyayê Bagokê, Deşta Bismilê, Egîd, Mazlûm, Bêrîvan, gerîla, Serok Apo ji bîr nekir. Stranên wî li ser zimanan bûn. Bi rêwîtiya stranê ya ji hunermend ber bi gel ve dizanî bû. Xîtabî hemû beşên civakê dikir Mînak; bi strana "Hûmeynî tu xwînxwarî/tu xwînxwarî tu dîndarî/Îran jî welatê me ye/gelê wî birayê me ye" komkujiyên Hûmeynî teşhîr kir. Bi strana "Muxtaro" jî rexne li cerdevaniya li Bakurê Kurdistanê dikir. Li Bakurê Kurdistanê gelek cerdevanan piştî vê stranê îstifa kirin.

'RUHÊ SERHILDANÊ'

ALÎ ÎKÎZER: Ji salên 1990'î heta 2010'an em bi hev re xebitîn. Di nava hunermendên Kurd de xwedî cihekî taybet bû. Hozanê serdema serhildanan e. Stranên wî hem ruhê serhildanê nîşan da, hem jî bandor li serhildanan kir. Ruhê serdemê ji dil û bi zimanekî pak anî ziman. Lewma jê hat hezkirin. Awaz û berhemên wî wê Hozan Dilgeş bigihîne nifşên nû. Weke hunermendên Kurd em ê bi muzîk û tembûra xwe her tim wî bînin ser ziman.

'GOTINA LI CIHÊ RAST BI RASTÎ HAT GOTIN'

DIYAR: Eger ji min bipirsin, bê taybetmendiyar diyarker a Dilgeş çi ye? Ez ê bêjim; "Gotina li cihê rast bi rastî hatiye gotin." Hozanê berxwedanê, gotin û muzîk bêtirs li hev civand. Karîbû bêje "Hûmeynî kujerekî ku divê mirov tuf wî bike". Hostayê stranên şoreşgerî, xwediyê stranên ku li ser zimanê nifşan e. Hunermendekî welê bû ku berxwedan û lehengiya li Kurdistanê bi zimanê ku gel jê fêhm dike, vegot. Weke hunermendên Kurd, bi xwendina stranên wî, bi xwendina stranên wî yên hê nehatine xwendin, dikarin wî bigihînin nifşên nû. Ez wî bi rêzdarî bibîr tînim.

'JI BO KOBANÊ, ŞENGAL Û BAJARÊN WÊRANBÛYÎ WÊ BESTE ÇÊBIKIRA'

XEMDAR: Di demên dawîn de, di pêvajoya nexweşxaneyê de jî ez li ba wî bûm. Ji ber ku nikaribû li ser Fermana Şengalê û Berxwedana Kobanê besteyan çêbike, gelekî xemgîn dibû. Gelekî qala wêranbûna bajarên Kurdistanê dikir. Sermesele, navçeya ku ew lê hatibû dinyayê wêran bû, gelekî li ber diket. Ne bi tenê ji bo Nisêbînê, ji bo Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê jî dixwest tiştinan bike. Digot, “Her ku top li wan bajaran dikeve û dike gumînî; gumînî ji dilê min jî tê.”

Bergîdana hezkirin û berhemdariya xwe li ba gel dît. Gelê kurd ew bi rûmet kir. Hunermendekî afirîner bû. Dema ku min dipirsî ‘Çavkaniya vî tiştî çi ye’ digot ez li ser gotina ‘Heke nivîskar ji bo gelê xwe nenivîse, hunermend ji bo gelê xwe nestrê, ew ne hunermend e’ ya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan im. Li ba Kurdên Êzidî saz cihekî xwe yê taybet heye lê wî xwe bi vî tiştî sînor nekir; di nava têkoşînê de hunera xwe jî bi pêş ve bir. Demeke dirêj di Koma Berxwedanê de xebitî û di wan deman de gelek stranên hêja afirand.

'AFIRÎNERIYA WÎ Û ALIYÊ WÎ YÊ GELPARÊZ, WEKÎ YÊ ARAM E'

CEWAT MERWANÎ: Dilgeş hozanê serhildanan e. Hema bibêje hemû berhemên wî li ser zimanê gel bû. Wekî stranên Muxtaro, Bêrîvanê, 15’ê Tebaxê, Bijî ARGK û Bagokê. Dilgeş bi aliyên xwe yên wekî afirînerî û gelparêziyê, ji bo Kurdan kesekî wekî Aram e. Li gorî min tişta ku naveroka şoreşê dadigire, hunera şoreşgerî ye. Divê sînema, wêje, şano, wêne û muzîka me xurt be. Dilgeş jî di warê muzîkê de berhemên biqîmet hilberand û tevkariyên xurt kir. Gelekî girêdayî nirxan bû, heta dema dawîn jî girêdayî bû, her dem têdikoşiya. Herêmparêzî, cihêkariyên olî borandibû, hozanekî wisa bû ku aliyê wî yê neteweyî xurt bû. Gelekî afirîner bû. Bi berhemên xwe wê her dem bijî.

HOZANÊ HEMÛ JENERASYONAN

MEMO GUL: Ji sala 1994’an û vir ve, ez wî bi stranên wî nas dikim. Hozan Dilgeş xwediyê wan stranan e, bêyî ku em wî nas bikin stranên wî li ser zimanê me bû û me ew stranên wî bi coş distra. Di heman demê de bandora xwe li ser muzîka Kurdan heye, xwediyê cihekî diyar e.  Di her demê de bala wî li ser bûyerên wê demê ye û hunermendekî arşîvkirinê ye. Hemû stranên wî li ser zimanê gel in. Cihê wî di dilan de ye. Digel ku li sirgunê dijiya afirîner bû û hunermendê berxwedanê bû. Li gorî min Dilgeş haveynê xwe ji şoreşê werdigirt û di heman demê de bandora çandî ya Nisêbîn û Qamişloyê li ser hunera wî para xwe heye. Ev dewlemendiyên çandî, bandora xwe li ser muzîka wî jî heye. Li ba Dilgeş behremendiya muzîkê ya xweser heye. Hozanekî wêrek û bi culhet e. Wekî stranên Muxtaro, Bijî Bijî ARGK û Biçûkê Canê. Hozanê hemû nifşan e. Wekî ku hozanê dayîka min, bavê min û min bû, wê bibe hozanê zarok û neviyên me jî. Dilgeş bi stran û berhemên xwe wê her dem li ba me be.

'XWEDÎDERKETINA LI WÎ, XWEDÎDERKETINA LI MIROVAHIYÊ YE'

KADÎR SERHAT: Di salên 80’î ye em bi hev re xebitîn. Bi deng û awayê xwe, hozanê şêwazeke xweser e. Gotin û naveroka stranan gelekî watedar e, dema distra jî bi dil û can bû. Me ligel hev rêwîtiyên mezin kir. Di xebatên hunerê yên ji bo şoreşê de gelekî keda wî heye. Li gorî min taybetiya wî ya girîng ev e, ji bo ku Êzidî yên ku di pêvajoyên dîrokî de hatine vederkirin karibin têkiliyan bi civak û civatên din re deynin, bûye duryanek. Êzidîbûn jixwe cewhera Kurdbûnê ye, heke ev civat bihatina bişaftin jixwe wê Kurdbûn biqediya. Cewhera Kurdbûnê, ev civat e.
Dilgeş; bi stran û klamên xwe êşa Kurdan derbirî û gelekî jê hat hez kirin. Xwedîderketina li wî, xwedîderketina li Êzidîtiyê û mirovahiyê ye. Wekî hunermendekî ku behremendiya xwe di nav têkoşîna kolektîf de bi cih kiriye, hêz da wir û hêz ji wir jî stend. Yan na jixwe dîaspora di warê hunerê de mirovan diqedîne. Hozanekî wisa ye ku bersiveke rast ji pirsa ‘Divê mirov ji bo çi bijî’ re dîtiye. Ev tişt li ser hunera wî jî tê dîtin. Jiyîna bi tiştên rast re ji xwe re dike dike bingeh û di civakê de cihê xwe dibîne. Ez gelekî li ber wî ketim. Xwedîderketina li Dilgeş, xwedîderketina li Êzidîtî û Kurdbûnê ye.