'Hozan Mizgîn destana azadiyê ye'

Komîteya Kevana Zêrîn, fermandara gerîla û hunermend Hozan Mizgîn bi bîr anî û got, "Kesayetiya pir alî, hevgirtî û hunermend a hevrê Mizgîn, nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e."

Komîteya Jinên Kevana Zêrîn a TEV-ÇAND'ê, bi wesîleya salvegera 26. a şehadeta Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîng) daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteya Kevana Zêrîn di şexsê Hozan Mizgîn de "Şehîdên Meha Gulanê" bi bîr anî û got, "Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin."

'ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ HÎMÊN JIYANA NÛ LI KURDISTANÊ DANÎNE'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di meha Gulanê de şehadetên mezin rû dane û hate gotin, "Di serî de şehadeta hevrê Hozan Mizgîn, Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, şehadetên di meha Gulanê de rû dan, hîmên jiyaneke nû li Kurdistanê danîn. Wekî din, di 9'ê Gulana 2010'an de li Zindana Evînê ya Tehranê hevrê Şîrîn Elemholî (Ronahî Makû), Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Haydaryan û Mehdî Îslamiyan bi dar ve kirin.

Şêweyê şehadeta van hevrêyan, nîşaneya tirsa ji têkoşîna azadiyê ye. Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd jî berxwedaneke bêhempa û nîşaneya berxwedana çanda Hallaci Mansûr e."

LI GARZANÊ YEKEMÎN FERMANA JIN A EYALETÊ BÛ

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 11'ê Gulana 1992'an, Hozan Mizgîn ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi rengekî fedayî şehîd bû û hate gotin, "Têkoşîn û kesayetiya wê ya pir alî ku vê hevrêyê ji me re weke mîrate hişt, coş û daxwazeke bê dawî ya têkoşînê dide me. Hevrê Ş. Mizgîn ku di dîroka têkoşîna me ya jinê de xwedî cihekî girîng e, yek ji damezrînerên tevgera destpêkê ya jinê YJWK bû. Her wiha li Garzanê jî yekemîn fermandara jin a eyaletê bû. Mizgîn tê wateya nivîsandina navê xwe li destanên destpêkê yên jinên azad ên Kurdistanê. Kesayetiya pir alî, hevgirtî û hunermend a hevrê Mizgîn, nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e."

LEHENGEKE HUNERÊ BÛ KU BÛ DENGÊ JINAN

Komîteya Kevana Zêrîn di daxuyaniya xwe de got, "Şehîd Mizgîn  hem jinên Kurd bi rêxistin kir, hem jî bû fermandara artêşa gelekî û li refên herî pêş cih girt." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ev hevrêya me ku bi dengê xwe bû qîrîna azadiyê ya hemû jinan û Kurdistanê, yek ji sembolên têkoşîna me ya azadiyê ye. Ew ne tenê lehengeke li Kurdistanê ye, ew lehengeke hunerê ye ku bûye dengê hemû jinan û şoreşgereke çandê ye. Di şexsê Ş. Hozan Mizgîn de em hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi bîr tînin, careke din soz didin wan ku em ê li Kurdistana azad her tim xwedî li bîranînên wan derkevin."