Hosteya muzîka meqama Kurdî Dawda li Kerkûkê hate bibîranîn

Salah Dawda yê ku  hosteyê muzîka meqama Kurdî ye, di 8’emîn salvegera mirina wî de li Kerkûkê ji aliyên dostên xwe yên hunermend hate bibîranîn.

Hunermendê ji Başûrê Kurdistsanê Salah Dawda, di 8’emîn salvegera mirina wî de li Kerkûkê ji aliyê dostên xwe yên hunermend hate bibîranîn. Dawda bi Soranî bi dehan beste çêkiribû û ewqas jî strabû, bi pêşengiya Navenda Elî Merdan a Kerkûkê li Pirtûkxaneya Endîşayê hate bibîranîn.  Hunermend Mîqdat Mihemed, Şikûr Xeyat, Nûrettîn Caf û gelek hosteyên muzîkê beşdarî bibîranînê bûn.

Di çalakiya bibîranînê de Nûrettîn Caf qala tevkariya malbata Dawda kir û got, “Salah Dawda neviyê Xidir Baran Çawiş bû ligel astengiyan gelek tevkarî li muzîka Kurdî kir. Bi Kurdî, Erebî û Tirkmenî stran beste kiriye û meqamên Kurdî di stranên xwe de bi cih dikir.”

Dostê Dawda yê hunermend Mîqdat Mihemed jî ji ajansa me re axivî û got ku, “ Li Kurdistanê hunermendekî meqamê yê wekî Salah Dawda tune ye. Hemû berhemên xwe li gorî meqamên Kurdî amade dikir. Lê mixabin jiyana wî di nav zor û zehmetiyê de derbas bû. Hestên welatparêziyê yê Salah Dawda jî xurt bû.”

Salah Dawda di sala 1941’ê de li gundê Ebû Sabah yê Duzxurmatû yê Kerkûkê hatiye dinyayê û heta dawiya emrê xwe bi muzîkê eleqedar bûye. Dawda di sala 1957’an de di Radyoya Bexdayê di beşa Kurdî de jî xebitiye.

Dawda di meqamên wekî “Qatarî Weysî, Xewker, Ay Ay, Xurşîdî û Hîcran” de bi dehan berhem amade kiriye. Berhemên wî yên herî nas “Amoza Giyan”, “Ay xûda lowagirbarane” û “Rawastawa law bane”  ye.

Jiyana Salah Dawda ya ku zaroktiyê de bi lêdana tembûrê dest pê kiribû, di 2009’an de li Kerkûkê li ser dikê bi dawî bû.