Hêzil: JIN TV wê rengê heyî yê medyayê biguherîne

Endama Desteya Weşanê ya JIN TV Berfîn Hêzil got, "Em dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ji hev hatine qutkirin ji nû ve ava bikin û tevna jinê ya global xurtir bikin." Hêzil diyar kir ku qenala wan wê bibe danhevî û destketiya hevpar a jinan.

JIN TV ku 9'ê Çileya 2018'an ahte ragihandin û 8'ê Adarê dest bi weşana testê kir, roja 30'ê Hezîranê bi şiyara "Dengê jinê, rûyê jiyanê" li ser peyka Hotbirdê dest bi weşanê kir.

JIN bi gelek zimanan û bernameyên dewlemend dest bi weşanê kir. Li gel bernameyên li ser jiyana civakî, çandî, rojane, spor, tenduristî, sînema û zanistiyê, gelek projeyên din hene ku amadekarî ji wan re têne kirin. Televîzyona jinê ku bi kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin, dixwaze rengê heyî yê medyayê biguherîne. Sermeselê, berevajî weşana standart a qenalên televîzyonê ku li gorî jiyana mêran hatiye destnîşankirin, JIN TV prime time yên xwe li gorî jiyana jinê diyar kiriye.

Projeya qenala JIN TV ji aliyê Weqfa Newaya Jin ve hate amadekirin. Televîzyoneke jinê ye ku edîtor, moderator, endamên desteya weşanê, rejîsor, xebatkarên deng, ronahî, dûblaj, kamerayê, nûçegihan, teknîsyen, uplînkvan hemû jin in.

Weşana JIN TV li gorî dema Ewropayê saet 09:00 dest pê dike û heta saet 17:00 didome. Bernameyên ku di nava van 8 saetan de tên weşandin, ji saet 17:00 heta saet 22:00 tên dubarekirin.

Endama Desteya Weşanê ya JIN TV Berfîn Hêzil li ser naveroka weşanê agahî da û got, tevî bernameyên "Sîber", "Dûrbîn", "Rengîn", "Ca bi Ca", "Jinbêj", "Zend û Bend", "Xaka Zêrîn", "Pirsyargeyî Jin", "Destkar", "Têşeya Wêjeyê", "Hawargeyî Jenî", "Bîrewerî", "İsyan", "Takipteyiz", "Konuşa Konuşa", "Eşit Sanat"û "Her Daim Hareket", dosyayên li ser jiyana jin û zarokan û dokûmanter tên weşandin.

Hêzil got, piştî ku hin kêmasiyên teknîkî hatin çareserkirin û bingeheke têrker jê re hate amadekirin wê dest bi nûçeyên rojane bikin û destnîşan kir ku ev yek wê di demeke nêz de bibe. Hêzil anî ziman, wê destpêkê bi zaravayên Kurdî û zimanên Tirkî û Erebî nûçeyan û bernameyên aktûel biweşînin û diyar kir, di dema bê de wê bi gelek zimanên din jî weşanê bikin.

TÊKILIYÊN HATINE BIRÎN WÊ JI NÛ VE BIAFIRÎNE

Hêzil da xuyakirin ku bi bernameyên heyî ew balê dikişînin ser deng, ked, raperîn, huner, pirsgirêk û jiyana navxweyî ya jinê û  got, "Wek JIN TV em dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ji hev hatine qutkirin, ji nû ve biafirînin û tevna jinê ya global xurtir bikin."

Di dewama axaftina xwe de Hêzil ragihand ku televîzyonek li ser bingeha jin û jiyanê, pêwîstiyeke civakî bû û bi gotina, "JIN TV dikare bi rola pêşîgirtina li qirkirina jinê, civakê û xwezayê rabe" işaret bi mîsyona qenalê kir.

Berfîn Hêzil da xuyakirin ku qenal diyariyeke ji bo jinên berxwedêr û destnîşan kir ku qenal ji her alî ve bi îrade û keda jinê afirî ye.

Endama Desteya Weşanê ya JIN TV Hêzil diyar kir ku ji bilî hin pîvanên teknîkî, wê weşangeriyeke li derveyî çarçoveya çapemeniya heyî ya cîhanê bikin û got, ji hilbijartina nûçeyan heta nivîsandin, amadekirin û pêşkêşiyê, wê sînorên standart û rengê heyî yê weşangeriyê biguherînin. Hêzil anî ziman ku JIN TV wê cih bide hemû bûyer û aktîvîteyên jinan ên li gelemperiya cîhanê û destnîşan kir ku qenal wê bi demê re bibe danheviya hevpar, destketî, bîr û hişê jinê.

'HER BERNAME XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG E'

Berfîn Hêzil got, her bernameyeke wan xwedî roleke girîng e û Prime Time jî li gorî saetên jinê amade kirine.

Berfîn Hêzil JIN TV bi gotina 'qenala her kesî ye' pênase kir û dixwazin cih bidin nêrînên her kesî. Hêzil herî dawî bang kir ku bi rêya medya civakî nûçe û dîmen ji wan re bê şandin û her jin bibe nûçegihaneke ji ber xwe ya qenalê.