Hevserokê KODAR’ê Îran hişyar kir: Bila haya we ji feqên mezin hebe

Bêrîtan têkildarî operasyonên ku Tirkiye dixwaze bi Îranê re bike, Îran hişyar kir û got, “Şerê ku dixwazin dest pê bikin wê ne wekî yê sala 2011’an be. Ev wê şerekî piralî be. Gelek hêz li benda şerekî wisa ne. Feq vedane.”

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan têkildarî operasyonên ku Tirkiye dixwaze bi Îranê re bike, Îran hişyar kir û got, “Şerê ku dixwazin dest pê bikin wê ne wekî yê sala 2011’an be. Ev wê şerekî piralî be. Gelek hêz li benda şerekî wisa ne. Feq vedane.”

Hevserokê Kongreya Civakî ya Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan têkildarî nêzikbûna Tirkiye-Îranê, îhtîmala ku her du hêz bi hev re li dijî Kurdan operasyonan bikin, krîza Îranê ya bi Rojhilata Navîn re, krîza hêza şerê di navbera Xamaney, Rûhanî û Pasdaran pirsên ANF’ê bersivand.

Hin xalên ji roportaja Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan wisa ye:

“Dewleta Tirk dixwaze Îranê jî têxe nav şerê li Kurdan. Tirkiye ji Îranê re dibêje were em bi hev re êrîşî PKK û PJAK’ê bikin. Lê ya rast şerekî li dijî hemû Kurdan e.”

“Tirkiye wekî sala 2011’an dixwaze li Qendîlê Îranê jî têxe şer. Lê divê Îran bizanibe ku şerê ku wê dest pê bike wê ne wekî yê sala 2011’an be. Ev şer wê şerekî piralî be. Mijareke din jî ev e ku gelek hêz li benda şerekî wisa ne. Feq vedane û li bendê ne.”

“Li Îranê Pasdar ji xeynî şer û ekonomiyê hêza dîplomatîk û civakî jî dixin destê xwe û fenanî dewleteke paralel xwe xurt dikin.”

“Em, hêzên demokratîk ji zû ve ye li Îranê li mûxataban digerin. Heke mûxatabên bi vî rengî hebin em Hêzên Kurd em dixwazin di pêşeroja demokratîk a Îranê de cih bigirin. Dijminatiya li dijî Kurdan ya ku Tirkiye dixwaze bi Îranê re bike, wê wan têk bibe. Ev tişt berê hatine ceribandin. Her siyaseta ku me qebûl nake wê têk biçe.”

Li DYA’yê piştî ku Trûmp hate ser desthilatdariyê em dibînin ku gotinên wî yên li dijî Îranê tundtir dibe. Bi krîza Katarê re, projeyeke wisa heye ku Îran ji şerê Rojhilata Navîn bi sînor bibe. Li gorî we li herêmê rewş çi ye?

Li Rojhilata Navîn êdî dîzayneke nû heye. Îran jî di nava vê dîzaynê de ye. Îran dixwaze hegemonyaya xwe ya li Rojhilata Navîn biparêze û xurttir bike. Lê Îran vî tiştî ji bo berjewendiya gelan nake. A rast li herêmê du hegemonya heye. Yek jê Îran e û ya din jî DYA ye. Ev herdu hegemonya li dijî hev in. Îran dixwaze DYA’yê bi sînor bike û hegemonyaya Şîîyan ava bike. Ji bo vê jî di nava Ereban de hin hêzan ava dike.

Polîtîkayeke din Îranê jî ev e ku, blokên li dijî Îranê ji hev belav bike. Bi hevdîtin û lihevkirinên bi Tirkiye û Katarê re dixwaze eniya li dijî xwe ji hev belav bike. Îran heta duh ji Katarê re digot piştgiriya DAIŞ’ê dike lê piştî krîza li kendavê bi destê Katarê digire û dixwaze bloka Ereban ji hev parçe bike. Ji ber ku Îran dizane bloka li dijî wê xetere ye. Dixwaze sûdê ji nava nakokiyên di navbera Bloka Ereban bigire.

Îran polîtîkayeke bi vî rengî bi Tirkiyeyê re jî dike. Di meseleya Sûriyeyê de wê û Tirkiyeyê hevdu bi piştgiriya terorê sûcdar dikirin. Îranê digot Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike. Ji xeynî vê jî gelek nakokiyên Îranê bi dewletên din re heye, lê îro li hev dicivin. Hevdîtinên leşkerî pêk tînin. Tê dîtin ku di navenda van hevdîtinan de gelê Kurd heye. Li ser dijberiya Kurdan dixwazin polîtîkayekê çêbikin. Ji xeynî vê hin nakokiyên van herdu dewletan pêşiya têkiliyên wan ên stratejîk digirin. Ji ber vê jî têkiliyên taktîkî û emirkurt bi hev re datînin.

Piştî ku Serokê Artêşa Îranê Bakirî çû serdana Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got ku ew dikarin bi hev re li dijî Şengal û Qendîlê operasyonan li dar bixin. Bakirî jî bêyî ku navê Şengal û Qendîlê bide, diyar kir ku wan û Tirkiyeyê di hin xalan de li hev kirine. Gelo li gorî te, ev îxtîmaleke çawa ye?

Tê dîtin ku polîtîkaya wan li dijî Kurdan e. A rast dijberiya tevgera Apoyî û referandûma li Başûr, dixwazin hin têkiliyan ava bikin. Dewleta Tirk dixwaze Îranê bike şirîkê şerê li dijî Kurdan. Lê ne diyar e bê ka wê Îran çiqasî vî şerî bike. Tirkiye ji Îranê re dibêje were em bi hev re êrîşî PKK û PJAK’ê bikin. Lê ya rast şerekî li dijî hemû Kurdan e.

Gelo Îran wê têkeve nav şerekî wisa?

Heke Tirkiye di pêvajoyeke wisa de ligel Îranê li hemberî Kurdan şer îlan bike wê ev tişt kêşe û kaosê kûrtir bike. Wê Îranê jî têxe nav şerekî piralî. Gerîlayên Kurd li Îranê jî xwediyê tecrubeya şer in. Potansiyela wê heye ku li bajaran jî gelê xwe biparêze.

Gelo Tirkiye dixwaze Îranê têxe nav şer?

Tirkiye wekî sala 2011’an dixwaze li Qendîlê Îranê jî têxe şer. Lê divê Îran bizanibe ku şerê ku wê dest pê bike wê ne wekî yê sala 2011’an be. Ev şer wê şerekî piralî be. Mijareke din jî ev e ku gelek hêz li benda şerekî wisa ne. Feq vedane û li bendê ne. Di rewşeke wisa de şerê li dijî Îranê ne tercîha me ye. Rêya herî baş, rêya çareseriya demokratîk e.

Te qala dîzayna li Rojhilata Navîn dikir…

Li Rojhilata Navîn 4 hêz hene ku dixwazin hin guherîn û veguherînan pêk bînin.

Ya yekemîn, avadaniyên netewe-dewletî yên statukoparêz ên heyî ne. Hêzên şoven ên ku yek ala, yek ziman û yek dewletê diparêzin. Îran jî yek ji van hêzan e. Esasê kêşe û probleman ev hêz in.

Ya duyemîn; hêzên navneteweyî ne, yên ku DYA pêşengtiya wê dike. Dixwazin li herêmê berjewendiyên xwe biparêzin û li gorî xwe dîzayneke siyasî, dîplomatîk, ekonomîk û leşkerî pêk bînin.

Ya sêyemîn; projeya Îsraîlê ye. Îsraîl dixwaze li herêmê hin netewe-dewletên biçûk ava bike û bi vê re jî berjewendiyên xwe biparêze. Dixwaze tehdîdên Îran û dewletên Ereban ên li ser Îsraîlê ji holê rake.

Ya çaremîn jî; projeya li dijî van hemû projeyan e. Ev jî projeya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk e. Ev proje jiyana hevpar, berjewendiyên hevpar diparêze. Pêşengiya wê jî tevgera Apoyî û gelê Kurd dike. Mînaka vî tiştî Rojava ye. Em ji vêya dibêjin rêya sêyemîn.

Em vegerin ser Îranê…

Em li ser armancên Îranê axivîn. Lê di nava Îranê de jî gelek kêşe û gelek ferasetên cihê hene. Îran dixwaze xwe di warê leşkerî, dîplomatîk û siyasî xurt nîşan bide lê li Îranê gelek hêz hene.

Aliyê yekemîn, jê fikiha velayetê ye, Xamaney pêşengiya vî tiştî dike. Ev pergal bi xwe ye. Ev hêz di hegemonyaya Şîiyan diparêzin.

Aliyê duyemîn, tevgera çîna navîn e û Rûhanî pêşengiya vê tevgerê dike. Ev hêz dixwazin di navbera hêzan de hevsengekê çêbikin. Hêza wan zêde tune. Erê di hilbijartinan de bi ser ketin, lê nikarin guherîn û veguherînekê pêk bînin.

Aliyê sêyemîn, aliyê lîberal û reformîst e yê ku Xatemî pêşengiya wê dike. Ew jî piraniya wan hatin tesfiyekirin. Hinek jê reviyan, hinek jê ketin zindanan lê tu bandora wan tune.

Aliyê çaremîn jî Pasdaran e. Çek di destê wan de ye û xwediyê çavkaniyên ekonomîk in û fenanî dewleteke paralel bi pêş ve diçin û siyasetê diyar dikin.

Di siyaseta Îranê de du tişt hene: hikumet û dewlet. Hikumet Xamaney e, ew li ser hikum e. Dewlet jî Ruhanî ye, zêde bandoreke wê tune. Kontrolkirina Rûhanî jî di destê Pasdaran de ye.

Gelo li Îranê ji xeynî van aliyên “hikumet” û “dewlet”ê eniyeke sêyemîn tune?

Li Îranê aliyekî din jî heye. Ev jî aliyên azadîxwaz in. Mesela 23 milyon dengên Rûhanî, ne yên wî ne. Hinek dengan berê xwe dane vê derê. Di heman demê de 15 milyon kes neçûn ser sindoqan, ev alî jî her ku diçe xurt dibe.

Pirsa ku Îran ber bi ku ve diçe gelekî girîng e. Domandina statukoyê her roj wê qelstir dike û wê dixe nav şerekî mezin.Îran demekê wekî ku hin gavan diavêje xwe da nîşandan lê pergala navneteweyî bi vî awayî wê qebûl nake.

Lê Îran bi guherîn û veguherîneke demokratîk dikare xurt bibe. Tekane rêya vî tiştî veguherîna demokratîk û naskirina mafên gelan e. Heke xwe bispêre otorîteya gel wê karibe vî tiştî pêk bîne.

Demek berê Rûhanî wekî ku li hin tiştan mikur hat. Dîsa di hin analîzên Îranê de hin tespît hatin kirin ku nenaskirina mafên Kurdan şaşiyeke mezin e. Gelo Rûhanî dikare guherînekê pêk bîne?

Dibe ku Rûhanî hin gavên biçûk avêtibe, lê ne bawer im ku Rûhanî karibe veguherîneke demokratîk pêk bîne. Carinan dibêje “Ez dixwazim tiştinan bikim lê Xamaney û Pasdaran nahêle”. Lê heta niha me tu îradeya wî nedît. Dixwaze pêkutiyên li ser xwe kêm bike. Peywira Rûhanî ev e ku hêviyê bide gelan. Xatemî jî heman tişt dikir. Bi vê re dixwazin temenê dewletê dirêj bikin.

Lê li hemberî van tiştan divê aliyên ku veguherîneke demokratîk dixwazin, divê çi bikin?

Divê li hemberî “dewlet” û “hikumet”ê rêyeke sêyemîn were vekirin. Em gelê Kurd di dewleta Îranê de tu hêviyê nabînin. Em, hêzên demokratîk ji zû ve ye li Îranê li mûxataban digerin. Heke mûxatabên bi vî rengî hebin em Hêzên Kurd em dixwazin di pêşeroja demokratîk a Îranê de cih bigirin.

Ango tu dibêjî em ji hevdîtinê re amade ne..

Em KODAR, me berê jî diyar kiribû ku heke Îran samîmî be, em ji guherîn û veguherîna demokratîk re amade ne. Em tevgera Apoyî xwediyê bername û projeya demokratîk in. Em ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gel û koman vî tiştî dibêjin. Sermesele parlemento dest bi peywirê dike. Bi sererastkirinên destûra bingehîn mirov dikare guherînên demokratîk bide destpêkirin.

Dijminatiya li dijî Kurdan ya ku Tirkiye dixwaze bi Îranê re bike, wê wan têk bibe. Ev tişt berê hatine ceribandin. Em li Rojhilata Navîn xwedî maf, rol û statu ne. Her siyaseta ku me qebûl neke wê têk biçe. Gelê Kurd li hemberî her cure êrîşan wê xwe biparêze.