Hevrûbûna li jêrzemîneke Licê: Av û Ar

Li Şanoya Bajêr a Amedê, promiyera lîstika bi navê 'Av û Ar' hate kirin.

Lîstika dawî ya sezonê 'Av û Ar' a şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, qala hevrûbûna xwendekareke şoreşger û nokerekî dike, ku di sala 1993'an de li jêrzemîna xaniyekî li Licê li hev rast hatin.

Di lîstikê de, şerê xwendekara şoreşger Xecê û nokerê bi dewletê re hevkariyê dike Bedran tê vegotin, ku di sala 1993'an de dema li Licê êrîş dewam dikir, xwe li jêrzemîna xaniyekî girtibûn.

Xecê û Bedran bi hev re nîqaş dikin û di heman demê de li hev rû tên.

Di vê lîstika şano de, rûyê tarî yê wan salan û travmaya civakî tê vegotin. Lîstik li ser bûyereke rastî hatiye amadekirin.

Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Dîcle Yavûz Guneş, Mehmet Mûsaolgû, Gulê Ozalp Ûlûsoy û Ozcan Ateş derdikevin ser dikê.

Derhêneriya lîstikê jî ji aliyê Emîn Yalçinkaya ve tê kirin ku tecrûbeyeke xwe ya 27 salan a li ser dikê heye.

Yalçinkaya ku beriya niha lîstikên bi navê 'Mala dîna' û 'Cembelî û Binevş' nivîsand, der barê lîstika dawî de axivî û got, "Di lîstikê de ji aliyê felsefîk ve bi taybetî nêzîkatiyeke me ya bi vî rengî çêbû. Ya rast, hûn li kîjan alî dibin bila bibin, bandora şer li her kesî dibe û dibe jiyannek trajîk a her kesî. Qehremanên me yên di lîstikê de jî, her yek ji wan xwedî aliyekî trajîk in."

Yalçinkaya diyar kir, ew di lîstikên xwe de bi giranî çîrokên rastî û çanda gel esas digirin.

Şanoger Gulê Ozalp Ûlûsoy jî ku 9 sal in di Şanoya Bajêr a Amedê cih digire, di vê lîstikê de karaktera Halîme dilîze. Ûlûsoy anî ziman, ew çîrokeke rastî vedibêje û karaktera ku ew dilîze, jineke hevserê wê bûye qurbanê kuştinên nediyar.

Ûlûsoy bal kişand ser trajediya civaka Kurd û got, "Lîstika me ne dûrî gelê me ye. Bûyerek li ser vê axê rû daye. Gelê me ne xerîbê vê yek. Her kesî parçeyek ji xwe, di nava vê lîstikê de dît."

Ûlûsoy diyar kir, promiyera lîstikê di 5'ê Gulanê de hate kirin û gelekî bal kişand. Şanoger Ûlûsoy ragihand, ew ji bo Festîvala Şano ya navbera 11-21'ê Gulanê hatine vexwendin û her kes wê karibe di 19'ê Gulanê de li festîvalê, li lîstika Av û Ar temaşe bike.