Hevkariya PDK û YNK’ê ya ji bo çûna Bexdayê heta vir e!

Piştî ku YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê diyar kir, di navbera PDK û YNK’ê de nîqaş û alozî jî zêde bûn.

Li Iraqê piştî ku Serokê Meclîsê hate hilbijartin, her kes li bendê ma ku ew ê serokkomar ji kîjan partiyê be. Hefteya borî polîtburoya YNK’ê kom bû û Dr. Berhem Salih namzet nîşan da. PDK’ê nerazîbûn nîşanî vê biryarê da. PDK’ê diyar kir ku Berhem Salih ne namzetê wan e û ew ê namzetê xwe diyar bikin.

Tê diyarkirin ku di binê vê helwesta PDK’ê de peymana veşartî ya ji bo walîtiya Kerkûkê heye.

Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Miranî roja Şemiyê daxuyanî da û got ku, “Ew ê namzetê me hebe. Ew ê Berzanî namzetê me eşkere bike.”

Dema ku Fazil Mîranî ev daxuyanî da serokê meclîsa Iraqê Muhammed Halbûsî ji bo avakirina hikumetê li Hewlêrê bû û ew ê bi Mesût Barzanî re biciviya. Dema ku Halbûsî û Barzanî di civînê de bûn, Fazil Mîranî ev daxuyanî da. Tê dîtin ku daxuyaniya Mîranî tê wateya bazareke bilindtir. Halbûsî ew ê li Hewlêrê biçe serdana partiyên din û piştre ji bo serdana YNK’ê ew ê biçe Silêmaniyê.

NÊÇÎRVAN BI HEYETEKÊ ÇÛ BEXDAYÊ

Serdana Nêçirvan Barzanî ya ji bo Bexdayê tê wateya têkçûna heyeta hevpar a PDK û YNK'ê. Heyeta navborî di encama hevdîtina heyetên Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî û Sekreterê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar de ava bûbû. Her du partiyan di asta herî bilind de li hev kiribûn.

Ev hewldana Nêçirvan Barzanî her wiha nîşan dide ku di nava PDK'ê de hin pirsgirêk hene. Ji ber ku yê peymana bi YNK'ê re amade kir, Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî bû ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî pê gelekî piştrast e. Tê gotin ku Nêçirvan Barzanî bi vî rengî li ber peymana bi navê Mesûd Barzanî hatiye kirin rabûye. Fazil Mîranî weke Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê û bi navê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî li dijî namzetê YNK'ê yê Serokkomariyê derket. Diyar kir ku namzetê wan wê ji aliyê Mesût Barzanî ve bê diyarkirin. Di detayên vê daxuyaniyê de ji bo lihevkirinê derî li YNK'ê jî vekirî hate hiştin. Lê belê serdana Nêçirvan Barzanî ya li Bexdayê ev derî girt. Di heman demê de nîşan da ku beşek ji PDK'ê hewl dide bi rola Mesût Barzanî rabe.

NAKOKÎ WÊ BANDORÊ LI HILBIJARTINÊ JÎ BIKE

Lihevnekirina nava PDK'ê bêguman wê bandorê li hilbijartinên herêmî jî bike. Ev hewldan û lihevnekirin Kurdan li pêşberî Bexdayê parçe û qels dike. Her partî ji bo desthilatdariya xwe bi Bexdayê re têkiliyên cuda datîne ku ev jî tê wê wateyê ku wê tawîzên mezin bi navê Kurdan bê dayin. Li şûna çareserkirina meseleya herêmên bi nîqaş û pirsgirêkên bi hikumeta navendî ya Iraqê re, pirsgirêk girantir dibin.

Ji ber ku ev polîtîkayên PDK û YNK'ê ji bo parastin û ferzkirina desthilatdariya xwe tên kirin, rê li ber nerazîbûna gel vedikin. Lewma di hilbijartinên parlamenta herêmî de tê payin ku dengê wan kêm bibe. Li nava gel tê gotin, 'divê ev helwesta partiyan di hilbijartinê de were cezakirin'. Fikara herî mezin jî dek û dolabên di hilbijartinê de werin gerandin e.