'Her serdema zordariyê hunera xwe dafirîne'

Endamên Civata Şano ya bi navê Dûvara Karşi gotin, "Her serdema zordariyê hunera xwe dafirîne" û bal kişandin ser zexta li hunerê tê kirin û berxwedana li dijî van zextan tê meşandin.

Yek ji hedefên sereke yên faşîzmê ye, ku di her serdemê de êrîş dike. Ji ber ku her tişta pêwendiya xwe bi mirovan ve heye, faşîzm dijminê wê ye. Ji şano heta muzîkê, ji wêne heta peykeran dixwaze her tiştî qedexe bike û civakê jê vegire. Ya hewl dide hunerê qedexe bike, yan jî gel jê vegire. Lê belê huner, ne ya astengkirinê ye.

Civata Şano ya Dûvara Karşi, civateke ku xwe otonom bi nav dike û li kolan, tax, grev û qadên berxwedanê bi dirûşma "Em ê ne temaşeker bin, em ê yên pêkhêner bin" tevdigere.

Ev koma şano bi giranî li Îzmîrê dixebite. Kom ev sê sal in li kolanan, li qadên 1'ê Gulanê, li kargeh, grev, tax û kolanan lîstikên şano pêşkêş dike. Kom di sala 1996'an de hatiye damezrandin.

Koma Şano ya Dûvara Karşi, niha amadekariyê dike ku lîstika antî mîlîtarîst a bi navê "Li derve, li ber derî" ya nivîskarê Elman Wolfgang Borchert pêşkêş bike. Endamên komê bang li her kesên li ber şer radibin kir, ku li lîstikê temaşe bikin.

Endamên vê civata şano, destwerdana desthilatdariyê li hunerê, dûrxistina ji kar a mamosteyên beşa şano ya DTCF, ku bi biryarnameyan ji kar hatin kirin, cihê jinê di huner û berxwedanê de, nirxandin.

Yek ji damezrînerên vê civatê Vedat Kûşkû bibîr xist, ku ji salên 1980'ê û vir ve di vê astê dest li hunerê nayê werdan û got, "Grûp Yorûm, Orhan Gencebay, Bulent Ersoy nekarîbûn derkevin qenalên dewletê. Lê belê dema mirov li vê serdemê dinêrin, tê dîtin ku zexta li hunerê zêdetir bûye. Bi biryarnameyên dawî re gelek saziyên malên huner û şanoyê hatine girtine."

'EM Ê HÊ BI XURTÎ BÊN'

Kûşkû destnîşan kir, ku karê sereke yê zîhniyeta zordaran, girtina saziyan, jiholêrakirin û qedexekirina hunerê ye û wiha dewam kir: "Naxwazin gel zane bibe. Zîhniyeta faşîzan di her serdemê de ewilî êrîşî sosyalîstan û rojnamevanan dike. Piştre dor tê hunerê. Em niha di asta êrîşa dijî hunermendan de ne. Em di serdemeke welê de ne, ku mirovên karê wan tenê huner e, niha girtî ne. Huner ne ya qedexekirinê ye. Mijara ku AKP jê fêhm nake ev e. Huner ji nava xweliyên xwe ji nû ve dafire. Huner wê di nava van şert û mercan de hê şoreşger bibe."

Vedat Kûşkû da zanîn, tişta ku AKP hewl dide bike, şer e û got, "Çi bû niha? Akademîsyen ji karê xwe hatin kirin; êdî ne li nava çar dîwaran, li amfiyan dersê didin. Şanoya Yenî Kapi girtin, şanogeran li nava kolanan dest bi şanoyê kirin. Ev şerek e. Şer illehî bi tank û topan nayê kirin; ev şerekî îdeolojîk e. Ew hegemonyayekê ferz dikin, em jî vê qebûl nakin. Rêya me diyar e, rêya hunerê ye. û em ê ti carî xwe ji vê venegirin."

Vedat Kûşkû bal kişand ser Navenda Çanda Mezopotamyayê ku di dema dawî de hat girtin û got, "Li Amedê, weke refleksa destpêkê, dikeke nû ya ji nava çar dîwaran rizgar bûye, ava bû. Ya rast, em dibînin ku ev saziya nû vebûye, xurtir bûye."

Di dewama axaftina xwe de Vedat Kûşkû da zanîn, ku wan li Îzmîrê saziyek bi navê Komeleya Şanoyên Îzmîrê ava kirine û dixwazin hemû komên şano di binê vê sîwanê de li hev bicivînin.

'HUNER WÊ DI VÊ SERDEMÊ DE JÎ BI ROLA XWE RABE'

Kûşkû destnîşan kir, di vê serdemê de wê pênaseyên "huner li kolanan", "huner ji bo gel" û "huner ji bo guhertinê" gelekî derkevin pêş û wê hîn bêhtir xwe bigihînin gel. Kûşkû got, "Eger em li se vê  bingehê nekevin nava hewldanan, ji xwe tiştekî bi navê hunerê namîne. Divê em bi heta dawiyê bi wêrekî li ser navê hunerê her tiştî bikin. Huner wê di vê demê de jî bi rola xw erabe. Her nakokî hunera xwe dafirîne. Di pêvajoya Gezî de jî ji hin aliyan ve ev yek derket holê. Ji ber ku me armanca wê baş zelal nekir, rûnenişt. Divê em vê yekê hê mayînde bikin. Hunera vê serdemê jî ev e. Di vê demê de em dibêjin; em ê bi mecbûrî xwe biguherînin û di vê demê de çi ji destê me bê, bikin."

'DIVÊ JIN JI MÊR BÊHTIR CIHÊ XWE DI NAVA HUNERÊ DE BIGIRE'

Ji kedkarên Şanoya Dûvara Karşi Dîlek Bûlût jî zanî ziman, huner qadeke welê ye ku nêrîn bi rengekî azad lê derdikevin holê û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê desthilatdarî yekser êrîşî hunerê dike.

Bûlût bal kişand ser girîngiya cihê jinê di nava hunerê de û got, "Jin dikarin bi rê û rêbazekê xwe îfade bikin. Lê belê hin her tim li cihekî tên girtin û derfetên xwe gelekî kêm in. Ji ber vê yekê, cihê jinê yê di nava hunerê de bi dîtina min gelekî girîng e." Bûlût ragihand, jin ji bo dengê xwe hîn bêhtir bide bihîstin, divê ji mêr zêdetir tevlî hunerê bibin û got, "Mafên me gelek in, ku em dixwazin. Em dikarin vê yekê bi rêya hunerê nîşan bidin û bi dest bixin. Em niha xwe ji bo lîstika 'Li derve, li ber derî' amade dikin ku ev lîstik rexne li şer digire. Gelekî girîng dibînim ku em ê vê lîstikê di demeke şer giran bûye, pêşkêş bikin."

Dîlek Bûlût bang li her kesî kir, ku her roja Çarşemê li lîstika 'Li derve, li ber derî' temaşe bikin.

'HER QEDEXE WÊ HER TIM HUNERA XWE BAFIRÎNE'

Kedkarekî din ê vê civatê Oktay Dalli jî da xuyakirin, ku hewl tê dayîn serdestî li ser hunerê bê kirin û got, "Huner yek ji cihên ku di destpêkê de êrîşî wan dikin e. Şano, muzîk û huner tirsa dilê serdestan e. Ji bo tirsa wan di serdemeke bi vî rengî de zêde bikin, em ê bikevin nava hewldanan. Demên ku zext û sansur lê zêde dibin, di heman demê de demên ku berxwedan û huner lê xurt dibin e. Em jî hewl didin bi rêya şano têkoşînê xurtir bikin."

Dalli anî ziman, ew lîstikên xwe bi giranî li nava kolanan pêşkêş dikin û di dawiya axaftina xwe de got, "Lîstikên me ji xwe hemû polîtîk in. Em hewl didin nêrînên xwe bi vî rengî ji civakê re vebêjin. Divê êdî hîn bibin ku bend li pêşiya hunerê nayê danîn. Ji ber ku her qedexe wê her tim hunera xwe bafirîne."