Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Helbestvan Metîna: Kurdan ti carî dev ji zimanê xwe bernedan

Helbestvan Roza Metîna got, tevî Kurd bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin û bajarên wan hatin bombekirin jî, dev ji zimanê xwe bernedan û ji bo Kurdî bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Zimanê Kurdî, ku li erdnîgariyeke berfireh ji aliyê zêdeyî 40 mîlyon însanî ve tê axaftin, ji bo bê tinekirin her tim bû hedefa zext, zordarî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên mêtînger.

Helbestvan Roza Metîna destnîşa kir, zimanê Kurdî ku dewletên serdest bi sedan salan hewl dan tine bikin, yek ji zimanên herî dewlemend ên cîhanê ye û got, "Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî dewlemend ên cîhanê ye. Îspata herî mezin a vê yekê jî berhemên bi Kurdî hatine nivîsandine."

Ji bo vê jî Metîna mînaka Baba Tahir Uryan da; 

"Delal, her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xafil gav bavêjî û Bi mijangê min biêşin piyên te"

Metîna gotina "Kurdino bibin yek, eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek" a Cegerxwîn bibîr xist û işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir.

Metîna ragihand, tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan li ser gelê Kurd hatin meşandin, gelê Kurd ti carî ji ziman û têkoşîna xwe qut nebûye û got, tevî Kurd bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin û bajarên wan hatin bombekirin jî, dev ji zimanê xwe bernedan.

Metîna destnîşan kir, ku ziman hebûna gelekî ye û ev bang kir: "Ji bo nifşên nû karibin bi Kurdî baxivin, pê bijîn, divê Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li hev bikin û ji dil bi hev re tevbigerin."