Hejmara nû ya Kovara Roza derket

Hêjmara 11’emîn a Kovara Roza ya kû dengê girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ne, derket.

Kovara Roza di sala 2014'ande bi zimanê Kurdî û Tirkî di 3 beşên wek Çand, Hûner û Wêjeyî de dest bi weşanê kir, hejmara 11'an gihişte ber destê xwendekaran.

Di hejmara dawî ya kovarê de zêdetir nivîsên girtiyên ku di girtigehan de hatine nivîsandin, cih digre.

Nivîskarên Ciwan ku di nav de cih digre zêdetir cih daye hevpeyvînên bi jinan re. Bi taybet demekî dirêje ku Fatma Savcî di girtîgehê de ye û gelek helbest û çîrokên Kurdî nivîsandiye hevpeyvîna bi navê 'Li welatê mêtingerbûyî çalakiya nivîsînê' bal dikêşe. Di berga hejmara 11 de temaya Lûqman Ehmed yê xelkê Rojava ya bi navê 'Êzidîtî' hatiye bi karanin.