Hejmara 2. a Kovara Psychology Kurdî derket

Psychology Kurdî, ku yekemîn kovaral psîkolojî ya bi Kurdî ye, hejmara wê ya duyemîn çap bû.

Yekemîn kovara psîkolojî ya bi Kurdî 'Psychology Kurdî' bi hejmara xwe ya 2. gihîşt ber destê xwendevanan.

Kovara Psychology Kurdî ku hejmara wê ya yekemîn bi baldarî hat xwendin, giranî dabû ser mijarên 'Zarok, şer û Travma'. Kovarê li ser mijarên travma, cureyên travma, stresa piştî travmayê û bandora vê li ser zarokan, agahî da bû xwendevanan.

Kovara Psychology Kurdî di vê hejmara xwe de jî li ser rê û rêbazên tedawiya travmaya zarokan disekine.