Hefteya Çanda Kurd a li Baselê dest pê kir

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Hefteya Çanda Kurd duh bi merasîmekê dest pê kir. Çalakiyên hefteya çandê wê heta 12'ê Adarê dewam bikin.

Merasîma vekirinê li salona konferansê ya Ûnîon bi beşdariya gelek Swîsreyiyan pêk hat. 

Hefteya Çandê ku bi dirûşma "Mîrateya Çandê, Sûr û Cizîr" tê lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Parlamentera HDP'e ya Wanê Tûba Hezer axivî.

Parlamenterê SP Mûstafa Atici jî axivî û piştre kma govendê derket ser dikê.

Merasîma vekirinê bi stranên Medî û Sabahat Erdem qediya.

Di çarçoveya bernameya hefteya çandê de wê îro panelek bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak pêk were.