Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya li Brukselê dewam dike

Hefteya Çandê ya Kurdistanê ku li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin di roja duyemîn de bi merasîma daweta Kurdan dewam kir.

Di çarçoveya 5. Hefteya Çandê ya Kurdistanê de bûk û zava yên bi kincên Kurdî li hestê hatin siwarkirin û li ber dahol û zirneyê û govendê li navenda Brukselê hatin gerandin.

Li Place du Musêe, Hozan Farqîn Azad û Eleanore Foûrnîaû derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di nava sê rojên Hefteya Çandê de wê dengbêj klamên xwe bêjin û hunermend Eleanore Foûrnîaû, ji gelê Berberî hunermend Fatoûm, hunermend Çetîn Oraner, Tom Nîsse û hunermend Suleyman Çarnewa wê hunera xwe pêşkêş bikin.