Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya Brukselê bi dawî bû

Hefteya Çandê ya Kurdistanê ya ku li Belçîkayê pênc sal in li dar dikeve, piştî çalakiyên sê rojan bi dawî bû.

Hefteya Çandê roja Pêncşemê bi resepsiyonekê dest pê kir.

Piştre li Qada Muzeyê (Place de la Museé) çalakiyên çandî hatin organîzekirin. Di sê rojan de gelek konser hatin dayîn, axaftin hatin kirin û govend hate gerandin. Di heman demê de ji bo zarokan atolye jî hatin amadekirin.

Li qadê konekî ku çanda Kurdan temsîl dike, maketên cihên dîrokî, afîşên li ser berxwedan û hilweşandinê, xwarinên neteweyî û standa pirtûkan ber bi çavan ketin.

Di hefteya çandê de ya ku Enstîtuya Kurdan a Brukselê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Navendên Civakî yên Kurd ên Belçîkayê pêşengî jê re kiribûn, ji çandên cihên gelek hunermend derketin ser dikê.

Hunermend Eleanoer Foûrnîaû, Fatoûm a Berberî ya ji Fasê û Khan Brothers ên ji Hindistanê jî derketin ser dikê.

Baranê bandoreke neyînî li ser çalakiyan kir.