Hefteya Çandê ya Kurdistanê dest pê kir

Di destpêka resepsiyonê ya Hefteya Çanda Kurdistanê de, ku bi alîkariya Şaredariya Brukselê hate kirin, Serokê Parlamentoya Flaman Jan Peumans axivî û got, "Em piştgiriyê didine têkoşîna azadiyê ya Kurdan ku li Rojhilata Navîn didin."

Li paytexta Belçîka Brûkselê îsal 4. Hefteya Çanda Kurdistanê tê kirin, ku ya pêşî 2014’an hatibû kirin. Heftî ji hêla Enstîtûya Kurd a Belçîka, KNK, NAV-BEL, Komîteya Netewî ya Ermen a Belçîkayê ve tê organîzekirin, her wiha bi alîkariya Şaredariya Brûkselê pêk tê. Di Heftiya Çanda Kurdistanê de, ku li Place d’Espagne pêk tê, heftiyekê wê bernameyên ‘Gundê Kurdan’, ‘sînema’, ‘pêşangeha wêneyan’, konsêr, semîner hebin. Bername heta 1’ê Cotmehê wê bidome.

Hefteya Çanda Kurdistanê li Navenda Çanda De Martken wê resepsiyonekê bide. Di resepsiyonê de Serokê Parlamentoya Flaman Jan Peumans, Endamê Parlamentoyê û ji Komîteya Herêmên Ewropayê Karl Vanlouwe, Endamê Komîteya Erman Garabet Garo, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun, Parêzer Mahmût Şakar û gelek kes hazir bûn.

‘ŞANAZ IM KU LI CEM KURDAN IM’

Peumans di destpêka resepsiyonê de avivî, kêfxweşiya xwe ya ji bo Heftiya Çanda Kurdistanê diyar kir, got, girîng e ku ev bernameyên çandî li Brûkselê têne kirin, bi vî rengî ew dibine xwedî wê derfetê ku cihêtiya çand û nirxên hev dibînin. Peumans got ew dildarekî Kurd e û şanaz e ku ew dildarekî Kurd e.

‘DIVÊ DESTEKÊ BIDINE DAXWAZA KURDAN’

Serokê Parlamentoya Flaman Jan Peumans bi domdarî got: ‘’Kurd bi salan in li Îran, Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê têkoşîna azadiyê didin. Ez têkoşîna Kurdan girîng dibînim û li pişt wan im.’ Peumans gotin anî ser referandûma li Başûrê Kurdistanê û got, ‘divê destekê bidine vê daxwaza Kurdan.

Endamê Parlamentoya Flaman û ji Komîteya Heremên Ewropayê Karl Vanlouwe jî bal kişande ser Heftiya Çanda Kurdistanê, got ev çar salan tê kirin û ew pir kêfxweş in ji ber bernameyan. Vanlouwe got ew li pişt Kurdan in.

‘GIRÎNG E KU EM WERIN CEM HEV'

Endamê Komîteya Netewî ya Ermenên Belçîka Garebet Garo jî got, ‘’Pir girîng e ku em bi dostên xwe yên Kurd re têne cem hev. Em civakên ku di dîrokê de tim komkujî li me hatiye kirin girîng e ku em werin cem hev. Bi taybetî jî divê em li dîasporayê van bernameyên ku wiha me tîne cem hev zêde bikin.’’

Komîteya Amadekar a Heftiya Çanda Kurdistanê got heta 1’ê Cotmehê ew ê gelek bernameyan çêbikin û bang li gel kir ku tevlî bernameyan bibe.

Bername

Bernameya Heftiya Çanda Kurdistanê wiha ye:
Îro:
Li Parlamentoya Ewropayê bi navê ‘Giriginya Çanda Kurd’ konferansek tê lidarxistin.

Konferans saet di navbera 10.00-13.00’an de pêk were. Nursel Kiliç, Prof. Dr. Ibrahîm Seydo, Dr. Rûth Kevers di konferansê de wê gotarên xwe bidin.

Her wiha KoordînatorêTirkiyê yê Beltike Emnesti İnternasyonal Jenny Vander Lînder li ser yên ku bi hilweşandina Sûrê ji şûnwarê xwe hatine kirin wê gotarekê bide.

Saet: 16:00

Wê xêliyên dawetê ya kevneşopî derbas bibe, ku her sal di  Heftiya Çanda Kurdistanê de derbas dibin.

Saet: 17:45

Nîşandana cilên netewî yên Ermen û Kurdan

Saet: 18:00

Nîşandana govenda Ermen û Kurdan

Saet: 18:30

Konser

Saet: 20:00

Pêşangeha wêneyan ku ji hêla Enstîtûya Kurd ve hatiye amadekirin û mijara wê jiyana Kurdistaniyan e.

30 ÎLON

Saet: 12:00

Govenda Kurdan

Saet: 13:00

Bernameyên ji bo zarokan

Saet: 16:00

Koma Mûzîkê ya Ermenan

Saet: 19:00

Konser: Serhedo

Saet: 21:00

Fîlm: Mala bê ban

1 COTMEH

Saet: 12:00

Bernameyên ji bo zarokan a Atolyayên Roj

Danasîna pirtûkan

Saet: 14:00

Şano

Saet:15:00

Dîwana dengbêjan (Hozan Aydin, Hozan Marûf û Cevadê Mervanî)

Saet: 17:00

Konsera dawî