Greva birçîbûnê li Danîmarkayê kete roja 3'emîn

Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê kete roja xwe ya 3'êmîn. Çalakgeran bang li CPT û saziyên din ên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên li Danîmarkayê di roja 3'emîn de ye. Çalakger danê sibê li ber konê çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê dest bi rojê kirin û dirûşma, "Şehîd namirin" berz kirin.

Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdistanî û Danîmarkayî ku bi armanca piştgiriyê çûn sedana konê çalakiyê, diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî peymana navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî.

Her wiha ragihandin ku Ocalan nûnertiya vîna bi mîlyonan Kurdî dike û hikumeta Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê ku li dijî tecrîd û êrîşên li hemberî destketiyên Kurdan bêdeng in, bi tundî rexne kirin.

Qisekeran bang li CPT, saziyên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.