Giyanê nepen ê Ocalan: Hakî Karer

Kesayetiya Hakî Karer di rêxistinkirinê de, kesayetiya Kemal Pîr jî di çalakgeriyê de derket holê. Ji ber vê jî di warê rêxistin û çalakiyê de bûn alîkarê rastîn ê Rêber Abdullah Ocalan.

Rojeke betlaneyê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komek hevalên xwe çûn derveyî Enqereyê. Ji otobusê daketin û berê xwe dan qada ku darên qajan lê hene û li bin darekê rûniştin. Ew der cihê seyranê bû. Pênc kes bûn û hev nas dikirin. Lê cara pêşîn civîneke fermî dikirin. Wê rojê li wê derê li dijî darbeya 12’ê Adarê têkoşîn û rêxistinkirina li Kurdistanê nîqaş kirin.

Bingeha tevgera PKK’ê li vê derê, li Çûbûkê li bin darekê bi pênc kesan hate danîn. Vê civîna ku Ocalan di Newroza 1973’an de kir, ji bo avabûna koma Apogeran destpêkeke nû bû. Di civîna li Çûbûkê de Hakî Karer û Kemal Pîr ne amade bûn.

Ocalan dema ku li Bendava Çûbûkê bingeha komeke Kurd datanî, komeke wî ya bingehîn jî hebû. Ew kom jî di maleke navbera Emek û Bahçelîevlera Enqereyê de bingeha wê dihat danîn. Ew mal wekî dibistan, cihê lêkolînê û navendeke nepen a rêxistinkirinê bû.

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Dûran Kalkan xebatên li Enqereyê yên Hakî Karer, rola wî ya di avabûna PKK’ê de û bîranînên xwe ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qal kir.

Di avabûna Tevgera Azadiyê ya Kurdan PKK’ê de rola Hakî Karer çi ye?

Bingeha tevgera PKK’ê Rêber Apo di Newroza 1973’an de li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi civînekê danî. Pênc kes tevlî vê civînê bûbîn. Rêheval Hakî Karer ne di vê civînê de bû, lê dema ku Rêber Apo ev civîn amade dikir, tevî Hakî Karer û Kemal Pîr li maleke di navbera semta Emek û Bahçelîevler a Enqereyê diman. Di Mijdara 1972’an de dema ku ji girtîgehê derket, bi pêşniyaza hevalekî ji girtîgehê çûbû mala ku heval Kemal û Hakî lê dimînin û daxwaz kiribû ku ew jî li wê derê bimîne. Li ser vî esasî di vê malê de bi hev re mane. Ango Rêber Apo, rêheval Hakî û Kemal li maleke xwendekaran, hevalên hev bûn.

Kemal Pîr wisa qala hatina Rêber Apo ya malê dikir “Rojekê hat, xwest wekî mêvan bimîne, piştî roja duduyan dest bi talîmatan kir.”Ango dema ku Rêber Apo li Bendava Çûbûkê dest bi avakirinan komeke Kurd dikir, di heman demê de komeke wî ya bingehîn jî li malê hebû. Ev mal wekî dibistan, navenda lêkolînê, cihê ku fikir lê tên nîqaşkirin û wekî navendeke rêxistinkirinê ya nepen bû. Rêber Apo fikrên xwe li ser xeteke îdeolojîk û polîtîk li vê malê hildiberand û bi nîqaşa bi rêheval Hakî û Kemal re digihişt encamê.

Yên ku jîrbûna Rêber Apo didîtin û fêm dikirin dihatin ser fikra wî. Çawa ku Hz. Alî, pêxemberiya Hz. Mihemed qebûl kir û nas kir, rol û mîsyona rêheval Kemal û Hakî jî di warê qebûlkirin û naskirina rêbertiya Rêber Apo de wisa bû.

Bingeha komê di civîna li Bendava Çûbûkê hate danîn, fermiyeta rêxistinê li wê derê dest pê kir, lê tişta ku maka rêxistinkirinê ava dikir û di pratîkê de bi rê ve dibir jî koma li malê bû. Kesayetiya Hakî Karer di rêxistinkirinê de, kesayetiya Kemal Pîr jî di çalakgeriyê de derket holê. Ji ber vê jî di warê rêxistin û çalakiyê de bûn alîkarê rastîn ê Rêber Abdullah Ocalan. Ev herdu alîkar ji roja ku Rêber Apo nas kirin û heta şehadeta xwe propagandaya fikrên Rêber Apo kirin û xwestin wê bikin rêxistin û çalakî.

Di vî warî de Hakî Karer peywira dijwar û zehmet a eleqedarbûna bi mirovan, perwerdekirin û amadekirina ji şoreşê re girt ser milê xwe û bi serkeftî ev kar meşand. Di şertên dijwar de avabûna koma Apoger û mezinbûna wê, bi ked û hewldana rêheval Hakî Karer pêk hat. Ji ber vê jî Rêber Apo ji bo Hakî Karer digot ‘Ew wekî giyanê min ê nepen bû’ û digot, ‘Me berê bi rêhevalên xwe re zêde nîqaş nedikir, dema ku me li çavên hev dinihêrî, me ji hev fêm dikir û bi wî hesasiyetê em diçûn peywirê’ Bi rastî jî ji Rêber Apo fêm dikir. Dema ku rêheval Hakî dest bi peywirekê dikir, Rêber Apo qet ew meraq nedikir. Rêber Apo digot, ‘Jixwe çi pêwîst be, ew ê Hakî bi cih bîne.’ Jixwe wî bawerî bi fikrên Rêber Apo neaniya û têra xwe fêm nekira û ji dil bawer nekira, rêheval Hakî nikaribû ev fikir di pratîkê de bi cih bikira.Bingeha PKK’ê ji aliyên kesên wisa yên pêşeng bi awayekî xurt hate danîn.

We çawa Hakî Karer nas kir? Kêliya we ya hevnasîna we ya destpêkê çawa bû?

Hakî Karer, di sala 1971-1972’an de çûbû Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê, Beşa Bîrkariyê. Ez jî di sala 1972-73’an de çûm heman beşê. Wê demê hevalê Hakî diçû refa duyemîn. Lê belê ji du dersan neborîbû û di sala duyemîn de jî ev ders didîtin. Di vê pêvajoyê de, ango di zivistana 1972-73’an de me li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê hev nas kir. Beşên fakulteyê di heman qadê de û li kêleka hev bûn. Pêvajoya darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê dewam dikir. Berxwedana Mahîr û Denîzan li ser ciwanên fêrkariya bilind bandoreke mezin û kûr çêkiribû. Lewre di nav ciwanan de alîgiriya “şoreşger-antîfaşîst” lez û bez pêk dihat. Her çiqas kadroyên berî hatibin destgîrkirin û rêxistin hatibin belavkirin jî, girseyek xurt a ciwanên şoreşger di asta sempatîzaniyê de pêş diket. Bi vî awayî li hemû Fakulte û akademiyan rêxistingeriyeke xwezayî ya ciwanên şoreşger pêş diket.

Li Fakulteya Fenê xwendekarên faşîst ên alîgirê MHP’ê zêdetir bûn. Fakulte di destê faşîstan de bû. Lewre xwendekarên çepgir û şoreşger, bi hev re diketin nav têkiliyan û bi rêxistinî tevdigeriyan. Navengê xwendekar rêxistin dikirin, neçarî rêxistiniyê dikirin. Di navengeke wiha de, di dersên beşa Bîrkariyê de min Hakî Karer nas kir û em bûn hevalê hev.

Sala destpêkê kêm dihat dibistanê, çimkî dersên wî kêm bûn; lewre me kêm hev didît. Sala duyemîn me zêdetir hev dît û bi hev re man. Piştre me bi hev re mal kirê kir û em bi komeke heval bi hev re man. Wê demê em gelek ciwan bûn, kelecana me zêde bû, tiştên diqewimîn me zêde fêm nedikir; lê li ser hîmê rast ên zanebûna xwe me hevaltî datanîn. Jixwe zanebûneke girîng a her hevalî hebû. Dema ez çûyîm fakulteyê min jî refa xwe zelal kiribû. Ji pola duyem a lîseyê û pê de min fikrên çepgiriyê hebandibûn û di nav ciwanên şoreşger de cih girtibû. Lewre li fakulteyê bi hevnasîna destpêkê re, me di heman refê de cih digirt. Hevnasîna destpêkê, dema ez çûyîm dibistanê û bi koma ciwanên şoreşger re tevgeriyayîm pêk hatibû. Jixwe em her du jî di navengeke wiha de bûn; lê belê ez pir xeşîm û nezan bûm. Tenê di asta sermpatîzaniya şoreşger a giştî de bûm. Di rêzaniya min a piştre de para mezin a rêheval Hakî Karer e.

Pêvajoya ku Hakî Karer ji Enqerê çû Kurdistanê çawa çêbû?

Her çiqas di vê mijarê de yê herî zêde xwedî agahî ez bim jî, lê dîsa jî ez tevahiya hûrgilî û şênberiyê nizanim. Hevalê Hakî, di salên 1973, 74 û 75’an de li Enqereyê xebitî. Li Enqereyê tevahiya malên komê hevalê Hakî rêxistin kirin û bi rê ve birin. Heta payîza 1974’an em li mala li Bahçelîevlerê man. Ji payîza 1974’an heta havîna 1975’an li maleke ku Dîkmenê kirê kirî ma. Ji payîza 1975’an hata havîna 1976’an jî li maleke kirê ya li Anittepe ma. Di havîna 1976’an de hemû amûrên xwe radestî xizmekî hevalê Karasû kirin û ji bo careke din venegere ji Enqereyê veqetiya.

Lê belê ev hatina destpêkê ya Kurdistanê nîn bû. Di payîz an jî zivistana 1975’an de ji bo bixebite dîsa çûbû wê derê. Ji bo ku Kurdî nedizanî, ji ber pirsgirêka zimên nekarî demdirêj bimîne, hevalê Hakî ji wir veqetiya û hevalê Mazlûm re çû Batmanê. Bi kurtasî bi navberên kurt jixwe diçû hin deverên Kurdistanê û dihat. Lê çûyîna wî ya mayînde di havîna 1976’an de çêbû.

Daxwaza çûyîna Kurdistanê pêşniyariya wî bi xwe bû yan biryareke di civîna Dîkmenê de hatibû girtin?

Di wê heyamê de rêxistin tunebû, amatorî hebû; lewre çûn û hatin piranî ne bi biryara rêxistinê, li ser hîmê daxwazê û bi afirandina derfetan pêk dihatin.

Her çiqas car caran ji bo xebatê çûn û hatinên Kurdistanê çêbûna jî, piranî ji bo encam ji Rêber Apo re bên ragihandin, vegera li Enqereyê çêdibû. Ango çûyîna hevalê Hakî ya Kurdistanê ne bi biryar an jî û bi seferberiyekê, divê em weke pêvajoyeke ku tê de çûn û hatin fêm bikin. Jixwe piştî ku di havîna 1976’an de li ser Edeneyê re derbasbûna Dîlokê çêbû jî, ji bo civîna destpêka sala 1977’an careke din vegeriyabû Enqereyê û tevli civîna ku li mala Pîlot Necatî pêk hatî bibû. Yek jî hevalê Hakî ji bo xwe pêşniyar nedikirin, hemû kom bi Rêber Apo re rêxistin dikir û bi rê ve dibir.

Li kîjan bajarên Tirkiye û Kurdistanê xebat meşandin? Kîjan heval rêxistin kirin?

Bêguman ez nikarim bersiva ku her tiştê vê pirsê bibersivîne bidim. Lîse, li bajarê xwe Ordûyê xwendibû û weke sempatîzanekî şoreşger ê ciwan xebitîbû. Di nav ciwanên Ordûyê de jî dihat nasîn. Yê ku ez dizanim, di Gulana 1975’an de çû Sînopê, li ba mamosteyê Çermûgî yê bi navê Orhan, lê li vir zêde nema û zêde bi kesî re têkilî danenî. Demeke dirêj li Enqereyê xebitî, li hemû zanîngehan û bi gelek taxan re têkiliyên wî çêbûn. Demeke kurt li Batmanê xebitî. Hîmê destpêkê yê koma PKK’ê li Batmanê danî. Dibe ku di dema erdhejê de çûbe Wanê. Demeke kurt li Edeneyê jî xebitî. Piştî wê li Dîlok, Gurgum, Semsûr, Rihayê xebat meşandin.

Di mîtînga Pirsûsê ya bihara 1976’an de tevlî merasîma Fevzî Aslansoy bû. Ez nizanim ka hevalê Hakîî rasterast kîjan heval rêxistin kirine. Hevalê Mazlûm bi gotina “Em rûniştin, hevalê Hakî di çar saetan de nêrînên koma me vegot, dema qedand min got ez tevlî hemûyan dibim û bûm Apoger” tevlîbûna xwe pûxte kir. Hevalê Hakî ku heta şehadeta xwe di nav koma Apoger de ma, hema bêje kêm zêde di tevlîbûna her kesî de para wî heye. Kesayetiyeke komê yê herî zêde dihat nasîn bû. Bi şahadeta wî re jî, jixwe hêza meşê ya her kesî rista xwe leyîstiye.

Sibê:

• Bîranînên bi Hakî Karer re

• Hakî Karer çima bû hedef

•Endamê komîteya rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan

JÊDERK : YENÎ OZGUR POLÎTÎKA