Gerîlayan li baregeha leşkerî dan a ku Suleyman Soylû çûbû serdana wê

Gerîlayan li hemberî baregeha leşkerî ya li Çelê çalakiya sûîkastê li dar xistin ya ku vê sibehê Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû çûbû vê baregeha leşkerî. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû vê sibehê çûbû serdana baregeha leşkerî ya li Çelê ya bi ser Colemêrgê û xwestibû forsa xwe bike. Baregeha leşkerî ya ku Soylû çûbû serdana wê, gerîllayan li hemberî wê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya sûîkastê de leşkerek hate kuştin. Ji ber vê jî Soylû mecbûr ma ji herêmê derkeve.

HPG’ê têkildarî bûyerê hê tu daxuyanî nedaye.