Gerîla TV dîmenê çalakiya li Sîdekanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 25'ê Cotmehê weşand, ku li Girê Elî Dirêj ê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê pêk hat. Di çalakiyê de 5 çeper hatibûn rûxandin û 14 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Hêzên me roja 25'ê Cotmehê saet 9'an li Girê Elî Dirêj ê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, 5 çeper îmha bûn û bi qasî ku hate dîtin 14 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha droneyeke dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li derdorê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir."