Gel û pêşmergeyên çûn çeperên gerîla, bang kirin

Gelê Kerkûkê û pêşmergeyên berê, ku piştî destpêkirina êrîşên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê berê xwe dan xeta parastinê ya gerîla, bang li her kesî kirin ku bên çeperên gerîla.

Li Kerkûkê, gel, gerîla û pêşmerge ketin çeperê. Gel nerazîbûn nîşanî hin pêşmergeyên xwestin bajêr biterikînin, da. Wesayitên van pêşmergeyan hatin şewitandin.

Bi hezaran şervanên dilxwaz, berê xwe dan xeta parastinê ya hêzên gerîla. Bi navê şervanên dilxwaz ên Kerkûkê Ethem Kak Remezan axivî û got, "Îro roja parastina Kerkûkê ye. Em bang li gelê Kerkûkê dikin ku cihê xwe li nava çeperên gerîla bigire. Em ê Kerkûkê neterikînin û em ê Kerkûkê nedin kesî."

PÊŞMERGEYAN BERÊ XWE DAN ÇEPERÊN GERÎLA

Wekî din, gelek pêşmergeyên erkdar û yên berê, berê xwe dan çeperên gerîla. Bi navê pêşmergeyên li vê derê Enver Saîd daxuyanî da û got, "Ji bo parastina Kerkûkê em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di nava xeta parastinê ya gerîla de bigirin."

Enver Saîd destnîşan kir, ku di nava her şert û mercî de ew ê li Kerkûkê bin, ew ê bajarê xwe biparêzin.