France 24: Dîmenên ÎHA’yê yên li Efrînê lîstika komputerê ye

Kanala televîzyonê ya France 24’ê nivîsand ku dîmenên ‘ÎHA’yê yên ku di êrîşên li ser Efrînê de tê bikaranîn, ji lîstika komputerê hatiye wergirtin.

Li ser malpera kanala nûçeyan a Fransayê dîmen hate weşandin û hate gotin ku, ‘Droneya Tirkan a ku Kurdan qetil dike, dîmenên wê sixte ne.’

Di nûçeyê de ev tişt hate gotin, “Di dîmen de qaşo drone li hedefan dide û ev dîmen li ser torên civakî yên Tirkiyeyê gelekî hate belavkirin. Di heman demê de ev dîmen, wekî dîmenê bomberdûmana li ser Efrînê hate pêşkêşkirin. Lê ya rastî, ev dîmen ji lîstikeke vîdeoyê hatiye wergirtin.”

Di nûçeyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Di warê deng de jî, dengê laserka artêşa Tirk tê. Li  ser fonê jî muzîkeke Tirkan heye. Lê dema ku mirov bala xwe dide vê vîdeoyê, tê dîtin ev deng li ser lîstîka vîdeo ya bi navê ‘Arma 3’ hatiye barkirin. Çarçoveya dîmen hatiye birîn lê stêrka sor a ku di vîdeoyê de heye, wekî grafîka lîstika ‘Arma 3’ e.”

France 24’ê diyar kir ku gelek detayên din jî hene ku, ev dîmen ji lîstika komputerê hatiye wergirtin û di heman demê de ji roja ku operasyona dagirker hatiye destpêkirin, gelek dîmenên sixte jî hatine pêşkêşkirin.