Fîlmê li nav kavilan: Ji çavê şaîrekî Baskê Sûr û Cizîr

Derhênerê fîlman Ozcan Alper bûyerên li Sûr û Cizîrê ji çavê helbestkarekî ji Baskê vedibêje û diyar dike ku tiştên tên jiyîn wekî hev in.

 Derhênerê fîlman Ozcan Alper ê ku heta niha fîlmên bi navê ‘Payîz’, ‘Dahatû zêde didome’ û ‘Bîranînên ba’ kişandiye, ablûkaya di salên 2015-2016’an de ên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi navê ‘Di nav kavilan de’ kir fîlm. Alper diyar kir ku cara pêşîn ew fîlmekî anîmasyon dikişîne û ev tercîh ji ber şertên polîtîk e.

Pêşandana pêşîn a fîlm di Festîvala Fîlman a San Sebastîanê ya 66’an de hate kirin. Alper wisa qala çîroka fîlm dike, “Ji me xwestin ku em fîlmekî li ser helbestên Jose Saarîonandîa çêbikin ê ku yek ji helbestkarê herî tê zanîn ên herêma xweser a Baskê ye. Sarrîonanadîa 15 salan di girtîgehê de maye û piştre hatiye revandin. Niha jî li Kubayê sirgun e. Jose Sarrîonandîa jiyana xwe ji windanebûna çanda Baskê borandiye û têkoşiyaye, ji ber vê jî ew avêtibûn girtîgehê. Di vê projeyê de ji 12 derhêneran fîlm hate xwestin, ji Tirkiyeyê jî fîlmek ji min xwestin. Piştî ku min helbestên wî xwendin, min ew nêzî van deran dît û min xwest ji bo Sûra Amedê jî tiştekî bikim. Min dixwest kurtefîlmekî bikişînim lê di wan deman de ablûka û qedexe didomiya. Em nekarîn têkevin Sûrê. Dema ku ev rewş zêde domiya bi hevalê xwe yê ku anîmasyonan çêdike Vrej Kassoûny re me got em fîlm bi vî awayî çêbikin. Carinan hin dijwarî derfetên xwe jî ava dike.”

HERÎ ZÊDE TÊ XWESTIN KU BÎRÊ TUNE BIKIN

Alper diyar dike ku piştî guherandina formata fîlm, wan senaryo jî ji nû ve sererast kirine û ji bo bûyerên ku li Sûr, Cizîr û Nisêbînê neyên jibîrkirin, wan sûd ji wêneyên rastîn ên wê demê wergirtine. Derhêner Ozcan Alper diyar dike ku wan sûd ji wêneyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Nar Photos û gelek wênekêşan girtiye. Alper got ku, “Me ji nav bi hezaran wêneyan, wêne hilbijart, bi awayê ku belgefîlm be, me sererastkirinên xwe çêkir. Lê çavkaniya me ya sereke DÎHA bû. Dema ku 10 sal şûnde mirovan li paş xwe nihêrîn, divê hin wêne hebûna. Ji ber ku herî zêde tê xwestin ku bîra mirovan were windakirin. Piştre me ev wêne bi teknîka wêneyên boyaxê kir anîmasyon. Ev kar nêzî salekê domiya.”

Alper diyar dike ku tevî fîlmên din ên qala Sarrîonandîayê dike li Festîvala Fîlman a San Sebastîanê hatiye nîşandan û dibêje ku “Li Tirkiyeyê festîval jî ne dûrî atmosfera polîtîk e û li derveyî welat em ê karibin bêtir bigihêjin mirovan lê piştre belkî bi platformeke din em ê karibin bigihînin ber destê kesên li van deran.”

‘EZ Ê KÊFXWEŞ BIM KU HELBESTA MIN QALA MESELEYA KURDAN BIKE’

Me ji Alper re pirsî, gelo Jose Sarrîonandîa dema ku bihîst helbesta wî qala Sûrê dike helwesta wî çi bû, Alper got ku, “Jixwe ji me re hatibû gotin ku sûdê ji helbestên wî werbigirin. Helbesta ‘Demên dijwar’ (Sasoî Makalak) dişibiya tiştên ku li Sûrê pêk hatine. Min fikra xwe ji helbestkar re got û gelekî li xweşiya wî çû. Ji ber ku wî jî jiyana xwe daye ziman û çandeke winda. Ew hay ji meseleya Kurdan jî heye. Jose Sarrîonandîna got ku, ‘Ez ê kêfxweş bim ku helbesta min qala meseleya Kurdan bike.’ Ji ber ku ev êş li her dera cîhanê tê jiyîn. Me senaryo ligel Mûrat Ozyaşar ê ji Amedê nivîsand û li gorî vê derê me li hev anî.”

DI NAV KAVILAN DE

Fîlmê di nav kavilan de yê Ozcan Alper derhêneriya wê kiriye, senaryo ji aliyê Ozcan Alper û Mûrat Ozyaşar hatiye nivîsandin. Derhêneriya anîmasyonê jî Vrej Kassoûny kiriye. Di fîlm de hin beşên helbesta helbestkarê ji Baskê Jose Sarrîonandîa a bi navê ‘Demên dijwar’ heye û Feyyaz Dûman jî deng daye fîlm.

Mijara fîlm jî wisa ye: “Helbestkarê Kurd ê bi navê Lal ê 32 salî, di hucreya xwe ya biçûk de dikeve nav ramanan. Ji nişka ve di hucreya wî de beytikek derdikeve holê ew jî nizane gelo rast e yan jî xeyal e û dest bi rêwîtiyeke di navbera xewn û jiyana rastîn dike. Helbestkarê ku vedigere kolanên zaroktiya xwe dibîne ku dem sekiniye, bîranînên wî hilweşiyane û mirovên wê ji hev belav bûne.”