Fîlmê 'Jiyan' qala jinên berxwedêr ên li Rojava dike

Fîlmê 'Jiyan' ê li ser têkoşîna azadiyê ya jinên li Rojava li ber xwe didin hatiye amadekirin, wê cara yekemîn 8'ê Sibatê bê nîşandan.

Dokûmantera bi navê 'Jiyan" wê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê nîşandan.

Bernameya fîlm a tevlîbûna li festîvalan jî wê heta dawiya meha Sibatê zelal bibe.

Di bultena çapemeniyê ya fîlm de wiha hat gotin: "Jinên ku duh li Kobanê, îro jî li Efrînê li ber xwe didin kî ne? 'Terorîst in ya jî şervanên azadiyê ne?' 'Şoreşa Jinê' tê çi wateyê? Çîroka Jiyan weke dokûmantereke demdirêj wê bersivê bide van pirsan. Gala fîlm wê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Kantona Efrînê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê nîşandan."

Di bultena çapemeniyê de tê destnîşankirin ku çeteyên DAÎŞ'ê destpêkê li pêşberî şervanên YPJ'ê têk çûne. Ji derhênerên fîlm A. Halûk Unal di bultena çapemeniyê de radigihîne ku eger wî berê kamera xwe nedabûya şoreşa rojava, wî yê xiyanet li xwe bikira.

Derhêner destnîşan dike ku Tirkiye bi dîktatoriyeke faşîst tê birêvebirin.