Fîlmê derhênera Kurd li Festîvala Fîlman a Goteborgê ye

Fîlmê 'Drom vidare' ya derhêner Rojda Şekersoz, di Festîvala Fîlman a Goteborgê de ji bo xelata mezin weke namzet hat nîşandan.

Fîlmê 'Drom vidare' (xeyala xwe bidomîne' ya derhênera Kurd Rojda Şekersoz, di 40. Festîvala Fîlman a Goteborgê de ji bo xelata 'Dragon Award Best Nordic Film' ku weke xelata Ejederha tê naskirin, namzet hat nîşandan.

Rexnegirên sînemayê dibêjin, Şekersoz ji bo xelata ji mîlyonekî werbigire, divê li hemberî derhênera fîlmê Xwîna Samî Amanda Kernell û derhênerê fîlmê Tom Of Finland Dome Karukovskî têbikoşe.

Fîlmê Drom vidare qala pirsgirêk, zor û zehmetiyên ciwanên koçber dike, ku li derveyî sîstemê hatine hiştin. Her wiha destnîşan dike, ku ji bo pêkhatina xeyalan û çareserkirina pirsgirêkan, divê ciwan li ber xwe bidin û têbikoşin.

Du wateyên gotina 'Drom vidare' hene. Yek jê; 'ji bo pêkanîna vîsyona xwe, xeyalên xwe bidomîne' ku ev wateya xwe ya erênî ye, ya din jî; 'tu dikare encax di xewn û xeyalan de bibîne' ku wateya vê jî êş û giran e.

Derhêner Rojda Şekersoz yek ji rêveberên Komîteyên Rojava û Bakur e, ku ji bo piştgiriya ji Rojava û Bakurê Kurdistanê dixebite. Di heman demê de, di nava komeke helbestên siyasî ya bi navê 'Revolation Poetry' de bi rengekî çalak dixebite. Di Şanoya Drama ya Qraliyetê de, di xwepêşandanên li dijî dijminatiya li biyaniyan û nîjadperestiyê, li qadan helbestan dixwîne.

40. Festîvala Fîlman a Goteborgê di êvara Înê de dest pê kir û wê 11 rojan bidome.

Di nava van 11 rojan de wê ji 84 welatan 457 fîlm bên nîşandan.