Fîlmê ‘’14’ê Tîrmehê’ li Berlînê tê ber temaşevanan

Fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ ku berxwedana girtiyên PKK’ê yên li dijî hovîtiya Girtîgeha Nimro 5 a Amedê piştî darbeya 12’ê Îlonê ji xwe re kirî mijar, li Berlîn, Elmanyayê tê nîşandan.

Fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ ku berxwedana girtiyên PKK’ê yên li dijî hovîtiya Girtîgeha Nimro 5 a Amedê piştî darbeya 12’ê Îlonê ji xwe re kirî mijar, li Berlîn, Elmanyayê tê nîşandan.

Derhêneriya Fîlm ji hêla Haşîm Aydemîr ve hatiye kirin û mijara rojiya mirinê 14’ê Tîrmeha 1982’yan ya bi pêşengiya, qedroyên pêşeng Kemal Pîr û M. Xeyrî Durmuş dest pê kirî ji xwe re kiriye mijar.

Ev demek bû fîlm li hin bajarên Elmanya û di hin rojên fîlman de derdikete pêş temeşevanan û dawiya vê heftiyê jî wê li Berlînê were nîşandan. Fîlm wê roja Şemî û Yekşemê saet 19.00’an li sînameya Eîszeît a Berlînê wê were nîşandan. Fîlm roja pêşî li du salonên sînameyê wê were nîşandan.