FilmAmed dest pê kir

FilmAmed dest pê kir

Li Ameda kevnar û rengîn dem dema belgefîlman e. Mîhrîcana FîlmAmed ku bi resepsiyonekê deriyên xwe ji sînemahezan re vekir dê heta 26'ê gulanê bi çalakiyên cihêreng sînemager û sînemahezan bîne cem hev.

2'yemîn Mîhrîcana Filmamed bi tevlibûna gelek film û belgefîlman di navbera 20 û 26'ê gulanê de li Amedê tê lidarxistin. Di vekirina mîhrîcanê de kul i Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwînê bi resepsiyoneke hat dayîn; pêşî koma erbanê, koma govendê û Koma Rêzdar derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkeî temaşevanan bikin. Mîhrîcan bi filmê bi navê Dengê Derî ya ku li ser operasyonên leşkerî hatiye çêkirin hat destpêkirin. Mihrîcana belgefîlman dê di 26'ê gulanê de bi xelatdayinan bi dawî bibe.

'NIRXÊN TÊKOŞÎNÊ'

Mîhrîcana bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir ji aliyê Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag ve axaftina vekirinê hat kirin. Dag di axaftina xwe de diyar kir kul i ser erdnîgariya kurdan huner ne tenê ji bo xweşik-kirina jiyanê her wiha nîşaneyeke berxwedanê ye jî û wiha axivî: "Huner, estetîk, daneheva entelektuelî heta ku bi nirxên têkoşînê yên civakê nebe yek, heta ku huner li bemberî zalimên çand û hunerê li kêleka mazlûman cihê xwe negire, afirandina hunerî wê demê dibe naverokek vala û lêgerîneke pûç a xweşokahiyeke ji nirxên mirovahiyê dûr."

Endamê Komîteya Amadekar a Fîlmamedê Îlham Bakir der barê armanca lidarxistina vê mîhrîcanê de diyar kir ku sînemaya dokumanter derxîne pêşberî gel, piştgiriyê bide pêşveçûna belgefîlman, derfeta pêşandanê bide fîlmên ku di hin mîhrîcanan de hatine qedexekirin û wiha got: "Di nav Mîhrîcana Fîlmamedê de hem danaşîna fîlman dê pêk bê, hem jî li ser sînemaya dokumanter hevpeyvîn, panel û kargeh werin lidarxistin. Fîlmamed ji bo piştgiriya sînemagerên ciwan îsal projeyên fîlmên ku di asta kişandinê de ne ji bos ê projeyan xelata piştgiriyê dide."

Bakir der heqê belgefîlmên ku dê di beşa pêşbaziyê de werin pêşandan jî destnîşan kir ku 62 belgefîlm ji bo pêşbaziyê serî li wan dane û axaftina xwe wiha domand: "Jûriya hilbijartina pêşîn ji nav 62 fîlman 18 fîlm ji bo pêşbaziyê hilbijartine. Fîlmên beşa pêşbaziyê ji aliyê jûrî û temaşevanan ve dê were temaşekirin û nirxandin. Di jûriya pêşbaziyê de; Ezel Akay, Ekrem Heydo, Teymûr Evdikê, Viyan Mayî, Suncem Koçer, Talîn Suciyan û Şehbal Şenyurt cih digirin. Dê ev jûrî du xelatan bide. Ji bilî van xelatan jî dê xelatên dîtir werin dayîn." Bakir di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mîhrîcan ji aliyê kurdên Rojhilat, Başûr, Bakur û heta Ewropayê eleqeyeke baş dîtiye û ev ji bo wan kêfxweşiyek e û axaftina xwe wiha bidawî kir: "Mîhrîcana me ji bo sînemagerên kurdên hemû parçeyan dê bibe platformeke hevnaskirin û parvekirinê."

Fîlamadê ku dê heta 26'ê gulanê berdewam bike de gelek fîlmên balkêş hene. Duh fîlmên bi navê; 'Ayetên Bedenan' , 'Davutpaşanin Kullerî- Terafên Davutpaşa', 'Jel û Bergi Mukriyan', 'Îşete Boyle- A va wisa', 'Buyuk Aşiklar-Evîndarên Mezin', 'Bê Sînor', 'Yagmurlu Ulkenîn Surgunu- Mişextê Welatê bi Baran', 'Ben Geldim, Gîdiyorun-Ez hatim, diçim', 'Maya' û 'Dom' hat pêşandan. Îro jî di çarçoveya mîhrîcanê de ji bilî pêşandana fîlman saet di 15.300'an de li Salona Şanoyê ya Navenda Çanda Cîgerxwînê bi mijara Akademiyeke Çawa rûniştineke vekirî dê were li darxistin. Her wiha saet di 15.30'an de belgefîlma Ebubekir Çetînkaya ya bi navê 'Yuva - Mal', 'Uç Nokta- Sê Noqte' ya Îlkem Ulutaş, 'Bîr Kent Bîr Avlu- Bajarek û Hewşek' a Canan Altinbulak, saet di 17.30'an de 'Rezonse'ya Pîran Baydemîr, 'Ekmek Kîr Tutmaz-Nan Qirêjiyê Nagire' ya Mehmet Kamîk, 'Akintiya Karşi- Li hemberî herikînê' ya Volkan Işil, Umut Kocagoz, Ezgî Akyol, di saet 19.30'an de 'Son Savaşçi- Şervanê Dawî' ya Cengîz Tunay, 'Avtobus' a Erhan Arik, 'Alaî Cîgor' a Najat Nawî û 'Min Kiyim'a Ersîn Akgul dê werin pêşandan. Pêşandan û çalakiyên dîtir hemû li Navenda Çanda Cegerxwînê dê pêk werin.