Festîvala Fîlmên Kurd a Lîege di 23-24'ê Îlonê de ye

Festîvala Fîlmên Kurd wê di 23-24'ê Îlonê de li bajarê Lîege yê Belçîkayê bê lidarxistin. Festîval wê bi nîşandana dokûmantera 'Sara - Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana Sakîne Cansiz dest pê bike.

Festîvala Fîlmên Kurd a Lîege ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Ciwanên Kurd ên Demokratîk ve tê lidarxistin. Festîval wê di 23-24'ê Îlonê de li Salona Sînema ya La Cite Miroir a li navnîşana 'Place Xavier Neujeen 22, 4000 Liege' bê lidarxistin. Di destpêka festîvalê de wê dokûmantera 'Sara - Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz were nîşandan, ku ji aliyê Bîrcan Delal Yildiz, Elîf Engîl Şîmşek û Şehba Şenyûrt ve hat çêkirin û derhêneriya wê jî Dersîm Zêrevan kir.

Di festîvalê de wê dokûmantera 'Bîranînên li ser kevir' a ji aliyê Mehmet Aktaş ve hat çêkirin û derhêneriya wê Şevket Emîn Korkî kir, dokûmantera 'Bakur' a ji aliyê Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrel ve hat amadekirin û qala vekişîna gerîla ya di pêvajoya aştiyê de dike, dokûmantera 'Kurdistan, Kurdistan' a Bulent Gunduz werin nîşandan.

FÎLMÊN JI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Ji Komîteya Amadekar a Festîvala Fîlmên Kurd Aysel Arîs da xuyakirin ku bi vê festîvalê re ew dixwazin fîlmên Kurd bi mirovên li vî bajarî dijîn re bidin naskirin. Aysel Arîs da zanîn, çand û sînema Kurd di salên dawî de gelekî bi pêş ketiye û got, "Bi taybetî piştî ku têkoşîna azadiyê ya Kurd li her qadê bi pêş ket, li vê qadê jî pêşketinên mezin rû dan. Fîlmên Kurd ên piştî salên 90'î destpê kirin, bi vebûna MED TV re li qada televîzyon û sînemayê gaveke girîng avêtin. Hejmara fîlmên Kurd ên dem dirêj û dem kurt ên ji 4 parçeyan û Ewropayê, gihîşt bi sedan."

SÎNEMAYA KURD BI PÊŞ KET

Aysel Arîs bibîr xist, ku her sal bi dehan fîlmên Kurd tên çêkirin û wiha dewam kir: "Tevî kêmasiyên xwe jî sînemaya Kurd ber bi sazîbûnekê ve diçe. Saziyê sînema Kurd ava bûne. Li Kurdistanê û Ewropayê festîvalên fîlman tên idarxistin." Arîs anî ziman, ku bi vê festîvala li Lîege re dixwazin fîlmên Kurd nîşanî ciwanên Kurd û gelên din ên li bajêr bidin.

Agahiyên berfireh ên li ser Festîvala Fîlman a Lîege bi rêya Facebookê ji vê malperê "Week-end du cinéma kurde à Liège" dikarin bên peydakirin.