Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê dest pê kir

7. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê, li paytexta Elmanya Berlînê dest pê kir.

Festîval wê hefteyekê dewam bike û fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî sînemahezan werin kirin. Her wiha wê li ser sînemaya Kurd jî panel bên lidarxistin.

Berlîn, ku yek ji navendên sînemaya cîhanê ye, ji duh êvarê û pê ve malovaniyê ji Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê re malovaniyê dike, ku bi dehan fîlmên Kurd wê werin nîşandan.

Festîval wê heta 21'ê Hezîranê bidome û tevî nîşandana fîlman wê gelek aktîvîteyên sînemayê jî bên organîzekirin. Fîlm wê li Babylonê werin nîşandan, ku yek ji girîngtirîn salonên li Berlînê ye.

Festîval duh êvarê bi nîşandana fîlmê derhêner Solîn Yûsûf ê bi navê 'Mala bê ban' dest pê kir. Di merasîma vekirinê de gelek derhêner, lîstikvan û produktorên ji çar parçeyên Kurdistanê amade bûn.

Rêveberiya Eyaleta Berlînê jî piştgirî da festîvalê. Di destpêka merasîmê de Dîrektorê Festîvalê Mehmet Aktaş axivî û diyar kir, ew dixwazin sînemaya Kurd a ku bazara xwe nîne bi cîhanê bidin naskirin. Aktaş bal kişand ser zor û zehmetiyên sînemavanên Kurd dikişînin.

Aktaş anî ziman, li her çar parçeyan dor li Kurdan hatiye girtin û got, "Bi taybetî li Tirkiyeyê, zexteke giran li ser çand û sînemaya Kurd e. Pêşî li derhênerên Kurd tê girtin ku fîlman amade bikin. Salonan li wan digirin. Em dixwazin, fîlmên ku bi rê û rêbazekê hatine kişandin pêşkêşî Kurdan û temaşekerên Ewropî bikin."

Heta dawiya festîvalê, tevî dokûmanter û kurte fîlman wê bi giştî 28 fîlm bên nîşandan. Li gel fîlmê "14 Temmûz" ê li ser berxwedana zindana Amedê, gelek fîlmên di festîvalên navneteweyî de xelat girtine, wê bên nîşandan.

Roja Şemiyê, wê panelek bi sernavê "Di roja îro de Yilmaz Guney" panelek were lidarxistin û Alî Guler, Eyup Bûrç û Huseyîn Tabak weke qiseker beşdar bibin. Li ser mijara "Sînema û jin" jî semîner tên lidarxistin.