Festîvala Fîlman a Nancy bi du fîlmên Kurd dest pê kir

Festîvala Fîlman a Nancy ya Navnetewî di navbeyna 24’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de ye. Di festîvalê de fîlmên bi temaya Kurdistanê hene.

Di Festîvala Fîlman a Nancy a Navnetewî de ku îsal cara 24’an e pêk tê, du fîlmên Kurd jî di nav de, ji 51 welatan bi tevlêbûna ji 100’î zêdetir filmî dest pê kir. Di festîvalê de ku di navbeyna 24’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de, li deverên vekirî û hêwanên girtî de, di kategeriyên dokûmanter, honakî, xêzî de fîlmên bi metraja kin û dirêj wê werin nişandan, fîlmên bi temaya Kurdistanê jî hene. Di van fîlman de êşa bajarê Cizirê ku dewleta Tirk êrîşên qirker birin ser û nakokiyên jiyanên yên dramatîk ên di navbeyna jiyana feodal û modern de ya li Başûrê Kurdistanê têne vegotin. Her wiha ‘Dinyaya Kurdan’ a wan dayikên ku li Elmanya jiyana xwe ji dest didin û nikarin cenazeyê wan bibin gundê wan ên ku lê jidayik bûne têne vegotin.

 CIZÎR Û JINÊN KURD

A pêşî, di wê berhemê de ku ji hêla Asli Ozarslan ve li Elmanyayê 2017’an kirî belge, ya bi 1 saet û 11 deqeyî, di şexsê Cizîrê de Kurdistan û di şexsê Leyla Îmret de nifşê nû ya jinên Kurd tê vegotin. Ya dî jî fîlmên bi navê ‘Haus ohne dach e’ (Mala bê ban) e ya Elman e ku derhêneriya wê Soleen  Yusef kiriye. Li hêlekê êrîşên DAÎŞ’ê têne nîşan dan, li hêla din jî rewşên bi rageşiyê ya ciwanên Kurd ên li Ewropayê ku dixwazin, daxwaza dawî ya dayikekê ku dibêje, ‘min li gundê min veşêrin’ pêk bînin, li ser perdeye hatiye nişandan.

JI NAV 3 HEZAR Û 500 FÎLMÎ

‘Sînor û Balkan’ her çendî yek ji temaya sereke ya festîvalê jî be, ji Amerîkaya Latîn a Tîbetê, ji Ewropayê ta bi Efrîkayê, ji sînameya Îranê ta bi Elmanyayê û fîlmên xwecih ên Alzas-Loren jî di festîvalê de cih girtine. Ev xebatên ku ji nav 3 hezar û 500 filmî hatin hilbijartin, piraniya wan, mîna yên Kurdî, bi zimanê wan hatin dayin û hin jê bi binnivîsên Fransî û Elmanî li benda temaşevanan in.

Li gel festîvala fîlm gelek konferans, konser, şahî jî hene.

BILÊT LI ZANÎNGEHAN Û MEKANÊN ÇANDÎ NE

Armanca sereke ya vê festîvalê, ku par malxweyîtî li fîlmê ‘Zere’ kiribû, ya bi mijara ‘Keçên Winda yên Dersimê’, weke yek ji destekvanê festîvalê Tonî Glamcevskî gotî, ‘’Ne tenê nêzîkkirina çandan tenê, lê her wiha tevlêkirina berhemên nû li sînamayê û zêdekirina sînamahezan.’’

Bihayê bilêtên festlîvalê jî li Ewropayê bi qasî bihayê çayekê erzan in. Li Nancyê zanîngeh jî di nav de gelek mekanên çandî bi hêsanî dikarin werin peydakirin.