Festîvala Dersimê wê di 2-3'ê Hezîranê de li Frankfûrtê pek were

Festîvala Çandê ya Dersimê, wê di 2-3'ê Hezîranê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin.

Festîvala Çandê ya Dersimê, wê di 2-3'ê Hezîranê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin.

Festîvala îsal ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Dersimê li Ewropayê (FDK) û Federasyona Yekîtiyên Dersimê li Ewropayê (ADEF) ve tê organîzekirin. Festîval bi dirûşmên "Meşa me ya heq û heqîqetê dewam dike", "NA ji talan xwezayê û qirkirina çand û baweriyê re", "Çeme Munzurî Dersimo xoser de bê bendu phêl bido" pêk tê.

Festîval wê 2'ê Hezîranê roja Înê bi panela bi navê "Dersim a di nava pençika qirkirinê de" dest pê bike, ku Ayten Şîmşîr wê jê re moderatoriyê bike. Kazim Cîhan, Cemal Taş, Zîlan Diyar û Erdogan Yalgin wê weke qiseker beşdar bibin.

Di panelê de wê sînevîzyonek li ser vegotina şahidên Terteleyê jî bê nîşandan.

Danê êvarê saet di 20'an de wê bi Pîr Seyfî Muxidnî re cem a yekîtiyê were danîn.

Di beşa 3'ê Hezîranê ya festîvalê de wê Dengê Xwezayê, Grûp Mûnzûr, Gulseren Kiliç, Ûmût Altinçag, Hasan Saglam, Yekşa, Kadrî Karagoz, Hasan Alî û Grûp Sîmûrg derkevin ser dikê.

Parlamenterê Dersimê yê HDP'ê Alîcan Onlu, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Şaredarê Pulurê M. Fatîh Maçoglû, Şaredarê Mazgirtê Tekîn Turkel, Serokê FDG Metîn Bozdag, Serokê ADEF'ê Mûharrem Erdogan, Hevserokê FEDA'yê Bedrana Yildirim, Hevserokê DEDEF'ê Ahmet Balkiş, ji Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' Bariş Yildirim, nûnerê HDK-Ewropa Demîr Çelîk, Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko û Berdevkê Platforma Gelên Mexdûr li Ewropayê-AGADEKA Dîmîtrîos Konstantînîdîs wê weke qiseker beşdarî festîfalê bibin.