Festîvala Dersimê 2-3’ê Hezîranê li Frankfûrtê ye

Festîvala Dersimê ya ku her sal li Ewropa pêk tê, îsal 2-3’ê Hezîranê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê wê were lidarxistin.

Dersimiyên ku her sal li Ewropa du festîvalan li dar dixin, îsal bi biryareke hevpar wê tenê festîvalekê organîze bikin. Ji ber ku di festîvalên cuda yên Dersimê çêdibûn ev dibû sedema rexne û nîqaşan. Piştî rexne û nîqaşên têr û tije îsal bi biryara hevpar a sê federasyonan wê festîvala hevpar were çêkirin. 

Dirûşmên festîvala hevpar ku wê bi pêşengiya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komaleyên Dersimê yên Ewropa (FDK) û Federasyona Yekîtiya Dersimê ya Ewropa (ADEF) bi rengê ‘’Meşa me ya heq û heqîqetê dewam dike’’, ‘Ji Qirkirina Sirûşt, Nasname, Bawerî, Çandê re Na’, ‘’Çemê Munzurî Dersimê xoser bê bendu phêl bido’ hatin diyarkirin.

‘ME MOHRA XWE LI GAVEKE NÛ DA’

Li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Ayten Sunger ji ANF’ê re axivî û diyar kir, Dersimiyan îsal mohra xwe li gaveke nû dane. Sunger, "Bi hev re dengê me wê gurtir be û em ê Dersimê bi hev re û bi yekdengî bi gurtir bidin naskirin."

Ayten Sunger got Dersimiyên ku li dîasporayê dijîn salê carekê jî be ji bo ku Dersimê, zimanê Dersimê, çanda wê, stranên wê, govendên wê bidin jiyîn têne cem hev û îsal FEDA, FDK, ADEF û gelek sazî û dezgehên Dersimê bi hev re xebatê dikin û wiha domand: "Em pê dizanin ku di stranên me de dîrok û berxwedana me heye. Heke em hete niha mabin gelek sûda berxwedana me ya di stranan de li vê bûye. Ji bo vê jî bi yek dengî em ê li Dersimê xwedî derbikevin. Em ê ti caran çanda Dersimê nedin jibîrkirin, ji bo vê jî xebatên me didomin û em pir kêferatê dikin."

‘BERNAMEYEKE ME YA PIR DEWLEMEND HEYE’

Sunger diyar kir festîla ku 2-3’yê Hezîranê li Rebestockpark Am Romerhof 960486 Frankfûrtê wê were çêkirin xwedî bernameyeke pir dewlemend e û got: "Li Dersimê ziman û çandên cihê hene. Ji van yek jê jî gelê Ermen e. Îsal gelek stranbêjên Ermen jî wê li nav me bin. Dostên me yên Elman û Yewnan jî wê biaxivin. Weke par, îsal jî ji bo zarokan wê lîstik hebin. Di vî beşî de li gel lîstikên zarokan wê pedagogên pispor û perwerdekarên zarokan jî peywirê bikin. Gelek stranbên wê hebin û ji welêt jî gelek kes wê axaftinên xwe bikin. Bi kutebirî, me îsal plan kir ku festîvaleke pir rengîn bikin. Xebatên me didomin."

‘DI MIJARA GIHANDINÊ DE TI PROBLEMA ME NÎN E’

Sunger got, "Li gelek deveran me otobus kirê kirine. Gelek hevalên me wê bi wesayitên xwe werin. Di mijara gihandinê de ti problem nîn in. Em hewl didn ku Dersimiyan û dostên wan bi pûtepêdanî pêşwazî bikin. Ji bo vê jî ez bawer dikim ku gelê me bi rengekî xurt wê li festîvalê xwedî derbikeve. Wê xwedî derbikevin; ji ber ku heke em li Dersim, Mûnzirê xwedî derbikevin em ê li azadiyê xwedî derbikevin. Heke em li baweriya Dersimê xwedî derbikevin em ê li baweriya Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û li kûderê zilm û kotekî hebe em ê xwedî li baweriya wan mirovên wir derbikevin. Bi qutebirî, dema ku em li Dersimê xwedî derdikevin di sirûşta Dersimê de, di cografyaya wê de berxwedanek heye. Heke em li vê berxwedanê xwedî derbikevin, em xwedî li têkoşîna azadiyê ya hemû gelan derdikevin."