BI DÎMEN

Festîvala 2. a Zarokan bi awayekî bi debdebe bi dawî bû

Festîvala 2. a Zarokan, di roja 8'an de bi pêşandana zarokên Kobanê û Dirbêsiyê bi awayekî bi debdebe bi dawî bû.

Endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hanîfe Hisên di festîvalê de axivî û got Şoreşa Rojava şoreşa zarokên Kurd e.

Festîvala Zarokan a 2. ku Roja Aştiya Cîhanê, 1’ê Îlonê li Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran a Rimêlanê dest pê kirî, di roja 8’an de bi pêşandana mûzîk û rengê şoreşê yên zarokên Kobanê û Dirbêsiyê û şano û folklorê bi dawî bû.

Endama Komîteya Rêveber  TEV-DEM’ê Henîfe Hisên û Hevseroka Federalîzma Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv di mihrîcanê de amade bûn, di mihrîcanê de Koma Şehîd Arîn çû ser dikê û li ser Kobanê û Rojava stran strandin.

'RENGÊN JIYANA AZAD HATIN NÎŞANDAN'

Henîfe Hisê di mihrîcanê de zarok û temaşevan slav kirin û mihrîcan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên ku di mewziyên xwe de di berxwedanê de pîroz kir. Hisên diyar kir zarok rengê jiyanê de û wiha domand:

"Çand û nasnameya me di mihrîcana zarokan de bêhtir xwe dide der. Ev 8 roj in hemû berhemên ku di qada muzîk, şano û folklorê de têne nîşandan fêkiyên şoreşa me û yên ramana Serok Apo ne. Ev çanda civaka me ya ku dihate înkarkirin û dîsa vejiyayî, fikrekî nû, jiyaneke nû, şiklekî nû yê jiyanê û çanda jiyana komulan e. Ev pir girîng e, jiyaneke azad bê çand nabe."

'HÛN NIFŞEKÎ BI SIÛD IN'

Hisên diyar kir zarokên Rojava zarokên şoreşê ne û wiha pê de çû:

"Îro her kes bi awayekî jibere dibêje, zarok siberoja civakê ne. Belê, rast e lê divê hûn bizanibin ku hûn nifşê şoreşê ne. Zarokên şoreşê bi siûd in. Em dema ku weke we zarok bûn, diçûna dibistanên dagirkeran. Me her sibeh sonda rejîma Baas dixwend û bi zimanekî biyan em dijiyan. Her roj me stranên biyan digotin. Dixwestin her roj bi me bidin jiyîn ku em civakeke bê çand, bê dîrok û bê nasname ne.

Helbet, em nabêjin zimanê civakên din ne girîng in û divê neyê hînbûn. Hemû çand û ziman hêja ne û watedar in. Lê hemû zarok jî beriya her tiştî divê bi ziman û çanda xwe bijîn. Dê welat û xak e."

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZAROKÊN KURD E'

Henîfe Hisên diyar kir, mirov hê di zaroktiyê de dema ku asîmîle dibe dikeve maratonekê û dijwariyên pir giran dijî, di vê mijarê de bal kişande ser Parastinên Ocalan û wiha got: ‘’Rêber Apo di vê mijarê de dibêje, ‘’Dema ku cara pêşî ez bi Tirkî re hevrû bûm, min fêhm kir, ji bo ku aqilê mamoste ji min bigire û li cem wî weke zîrek xuya bibim, Kurdbûna min li serê min bû bela. Hê demê min fêm kir ku tiştine şaş hene."

Rêbertî dibêje, li dijî vê ew ketiye nav lêgerînekê û bi pey wê ketiye bê ka ew Kurdbûna tê înkarkirin tê çi maneyê. Di encama vê lêgerînê de dibêje, "îro ez li Imraliyê di nav çar dîwaran de me’’ Ango dibêje, ‘’Berdêla têkoşîna min, ya li lêgerîna ziman, çand, welat, nasname û bi taybetî ya azadiya jin û zarokan di nav çar dîwaran de me. Ji bo vê jî daxwaza min ji dê û bavan ew e ku bila neçar nemînin ku zarokên wan jî weke min nekevin nav maratoneke giran û bi jan.’’ Ji bo vê jî dibêje, ‘’divê zarok biz iman, çand û nasnameyên xwe mezin bibin."

Zarokên hêja, hûn îro pir bi siûd in ku zimanê xwe hîn dibin, bi zimanê xwe perwerde dibin, hûn newayên gel hîn dibin û kesek ji bo Kurdbûna we, we kêm naxîne. Îro şoreşa Rojava şoreşa zarokan e.’’

Di festîvalê de Koma Şehîd Perwîr lîstikên herêma Rihayê, Koma Şehîd Yekta şanoya bi navê "Em êdî azad in", Koma Şehîd Dîcle lîstikên herêma Botanê, Koma Xanê ya ji Dirbêsiyê jî şanoya bi navê "Zarokê Şevê" nîşandan.

Festîval bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" qediya.

...