Fermandarên YBŞ’ê Bawer û Amed li çiyayê Şengalê hatin veşartin

Fermandarên YBŞ’ê Bawer û Amed li çiyayê Şengalê bi merasîmeke leşkerî ya bi tevlêbûna bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG-YJA Starê hatin veşartin.

Fermandarên YBŞ’ê Amed Kawyan (Mehmet Mendalioglu) û Bawer Şengal (Enver Xêro Xidir Mîrza) ku 21’ê Tîrmehê li Sikiniyê ya Şengalê şehîd bûn li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên Fermandarên YBŞ’ê Bawer û Amed bi konwoyeke ku ji sedan wesayîtî pêk hatî gel anî heta bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, gerîlayên YBŞ-YJŞ’ê û HPG-YJA Starê bi dirûşmên 'Şehîd namirin' û merasîmeke leşkerî ew pêşwazî kirin.

Fermandarê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî li merasîmê axivî û got: "ji bo ku em xewn û xeyala hevrê Bawer û Amed pêk bînin em ê heta hilma xwe ya dawî têbikoşin û em ê tim dilsozê bîranînê hemû şehîdan bin."

Şengalî diyar kir, ku ji fermanê û vir ve gelê Şengalê bi hêza YBŞ’ê heta niha hatiye û wiha domand: "Ji niha û şûn de wê hêza xwe geştir bike û statûya xwe bi dest e bîne. Ên ku ji destpêkê ve ev gel tenê hiştin wê nikaribin pêşî li vê statûyê û gelê Êzîdî bigirin. Heke jidil bin wê statûya xweser a Şengalê nas bikin û destekê bidin. Roj ew roj e ku hemû gelê Êzîdî ji bo xweseriya Şengalê bibin yek. Yekîtî ji her demê zêdetir hewce ye. Dibe ku fikra me ji hev cihê be lê dema ku mijar berjewendiya gelê me divê em bibin yek. Tenê wiha em dikarin xwe, çand û dîroka xwe biparêzin. Ezezîtî wê paşeroja vê civakê tarî bike. Îro paşeroja vê civakê bi dest me ve maye, ji bo vê jî divê em bibin yek. Em xeta sêya min deynin ber xwe û li gor vê xetê têbikoşin. Ji bo vê ez bang li hemû hêz û koman dikim werin nedin pey hinan em ji bo sûda civaka xwe bibin yek. Nirx û şehîdên vê civakê bibînin. Em careke dî şehîdan bi bîr tînin û li ber wan bejna xwe ditewînin. Serê malbatên me yên nirxan û serê gelê me xweş be. Em YBŞ-YJŞ sond dixwazin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di rêça şehîdên xwe de bin û armancên wan pêk bînin."

Piştî axaftinan hevrêyên fermandarên YBŞ’ê Bawer û Amed darbest li ser milê xwe kirin û bi dirûşmên 'şehîd namirin' û bi lîlandinan ew veşartin.