Fermandarê Artêşa Şoreşgeran: Gelê Efrînê bi ser ket

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed geşedanên li Bakurê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Êrîşên li ser Efrînê û ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî van êrîşan di roja 31’an de didome.

Ji Cindirêsê heta Şêrawayê li hemû eniyên Efrînê şerekî mezin heye. Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed geşedanên li Bakurê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Li gelek bajarên Sûriyeyê şer heye û di heman demê de li ser Efrînê jî êrîş hene. Rewşa şerê li Sûriyeyê a niha çi ye?

Şerê li Sûriyeyê heta cihekî wekî şerê wekaletê domiya. Hin hêzan hin kom li gorî vî ferasetê dan şerkirin. Ev rewş ji aliyê gelek kesan ve tê zanîn. Ev rewş heta cihekî hat. Piştî ku şer berfirehtir bû, êdî qonaxên nû dest pê kir.

Li qadê kîjan hêzê li ser navê kê şer kir?

DAÎŞ’ê mohra xwe li şerê li Sûriyeyê da. Rêxistinên wekî El Nusra û DAÎŞ’ê mohra xwe li şer dan. DYA, Tirkiye, Rûsya, Siûdî Erebistan, Katar û welatên li kendavê, rêxistinên îstîxbaratê yên welatên Ewrûpayê li qada Sûriyeyê xebitîn. Dema mirov li vê tabloyê dinihêre, dibîne ku êdî mesele girantir bûye. Gelek komên li Sûriyeyê herî dawîn mecbûrî hin hêzên derve hatin kirin. Ji pêdiviyên leşkerî bigire heta alîkariya lojîstîk mecbûr man.

Ferqa Sûriyeyê çi ye, gelo çima ev qas hêz ketine nav hev?

Girîngiya Sûriyeyê ya jeostratejîk heye. Cihekî hesas ê Rojhilata Navîn e. Gelek bawerî û komên etnîk hene. Li Sûriyeyê bi tenê Ereb tune ne. Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan, Çerkez, Arnavût û Ermen hene. Bi şer re, gelên ku bi salan in di bin zextan de bûn, firsend bi dest xistin. Hêzên ku di destpêkirina şer de wekî muxalîf derketin holê, piştre bêtir berê xwe dan aliyên Sunnî. Ji ber vê jî gelên din li derve man. Erebên Sunnî bi çavên dijmin, li komên din nihêrî û ji ber vî tiştî qetlîam pêk hat. Ne bi tenê li ser etnîsîteyê, şerên mezhebî jî hene. Ev rewş Sûriyeyê ber bi parçebûnê dibe.

Li Sûriyeyê li xeta Bakur QSD, li xeta Şam û Lazkiyeyê rejîm, Îran û Rûsya heye. Ji Cerablûsê heta Ezazê jî Tirkiye û komên wê heye. Ev tablo li gorî çi derket holê?

Li her herêmekê avadaniyek heye. Avadaniya li Bakurê Sûriyeyê demokratîk e. Kurd, Ereb, Suryan û Çerkez gelek gel tê de hene. Hemû beşên li Sûriyeyê dikarin di nav vê avadaniyê de xwe temsîl bikin. Rêveberiya Şamê bêtir li Lazkiye, Tartûs, Humus û Şamê heye. Hêza rejîmê ji sedî 75 kêm bûye, êdî wekî berê nikare Sûriyeyê bi rê ve bibe. Xeta wê ji Cerablûsê heta Ezaz û Îdlîbê dirêj dibe.  Ya duyemîn jî Tirkiye avadaniya li Bakurê Sûriyeyê ji xwe re wekî tehdît dibîne û ji ber vê jî dest bi êrîşan kir. Li Sûriyeyê îstîkar çiqasî zêde bibe, berjewendiyên Tirkiyeyê kêm dibe, ji ber jî Tirkiye dixwaze krîza li vê derê kûrtir bibe.

Hat gotin ku êrîşa li ser Efrînê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê qels dike. Tirkiye li Cerablûs, Ezaz, Îdlib û Efrînê bi kê re tevdigere û armanca xwe çi ye?

Desthilatdariya heyî ya Tirk ti carî DAÎŞ ji xwe re weke tehdîtekê nedît. Serokwezîrê wextekê Ahmet Davûtoglû ji bo DAÎŞ'ê got, 'tevgera nerazîbûnê ye'. Xwest bi vê nêzîkatiyê DAÎŞ'ê di nava gel de bide hezkirin. Tirkiyeyê ji bo krîza li Sûriyeyê girantir bike gelek caran DAÎŞ bi kar anî. Tevî vê yekê xwe berda nava DAÎŞ'ê. Belgeyên vê jî hene. Mesela, dema ku Tirkiye kete nava Babê ji bilî DAÎŞ'iyên biyanî hemû DAÎŞ'iyên din li herêmên xwe hiştin û kincê wan guherandin. Kesên ku niha navê 'artêşa milî' lê dikin, bermayiyên DAÎŞ'ê ne. Balkêş e; Tûgaya Sûltan Mûrat ku MÎT'ê bi rêxistin kiriye, beriya Bab, Cerablûs û Çobanbeyê ji DAÎŞ'ê bigirin, hejmara wan 65 kes bû. Ev hejmar niha 12 hezar e. Ewqas kes ji ku hatin? Tenê şeklê wan guhertin û hemû tevlî Sûltan Mûrat û komên din kirin. Kesên ku Tirkiye wan li Efrînê dide şer kirin, endamên DAÎŞ'ê ne ku MÎT'ê ew bi taybetî perwerde û amade kirine.

Ev saleke timî gef li Efrînê dihate xwarin. Herî dawî 20'ê Çileyê êrîşên ji bo dagirkirinê dest pê kirin. Gelo Tirkiye dixwaze li vir çi bike?

Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve Efrînê xwe parast. Dema ku ev kir, sîstema xwe jî guherand. Efrîn cihek bû ku Tirkiyeyê çav berdabû, lê dikir nedikir nedikarî hincetekê bibîne û êrîşî wê bike. Berî mehekê dest bi êrîşê kirin. Êrîşa li ser Efrînê pêwendiya xwe bi Îdlibê heye. Îdlib Rûsyayê timî mijûl dike. Hemû komên ji Şam, Hûms, Heleb, Hamayê hatin derxistin anîn Îdlibê. Ne tenê li Îdlibê her wiha li Bab û Cerablûsê jî hatin bicihkirin. Tevî vê yekê, Îdlib navenda komên selefî yên weke El Nûsra ye. Rûsya ji vê rewşê aciz e. Gelekî ceribandin, lê nekarîn wê derê bi dest bixin. Ev komên li Îdlibê ne, berê wan dan Efrînê. Di berdêla Îdlibê de xwestin Efrînê bigirin.

Hûn şerê Efrînê ku 30 roj li dû xwe hişt, ji aliyê hêzên dagirker û şervanan ve çawa dinirxînin?

Em dikarin vê bi hêsanî bêjin; gelê Efrînê ev şer bi ser xist. Ev şer hê dewam dike, lê belê rewşa ku derketiye holê nîşan dide ku berxwedan bi ser ketiye. Vîna gel bi ser ketiye. 30 roj in hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve bombeyan dibarînin. Tevî vê yekê bi leşkerên Tirk û komên çete êrîşê dikin. Ev ne tiştekî biçûk e. Wekî din komên ku Pentagonê perwerde kiribû û bi çek kiribû, di nava van komên êrîşkar de hene. Serkêşê van jî koma Firkat Hemzet e. Ji DYA re gotin, 'çi dibe bila bibe ez ê li gel Tirkan şer bikim'. Û êrîşî Efrînê dikin. Li dijî van êrîşên gemarî û giran, QSD'ê û gelê Efrînê xeteke parastinê ya bê eman afirandin. Vî ruhê seferberiyê xwe ispat kir. Li dijî dagirkerî, talan, dizî û hilweşandinê şer kir. Yên ku li ber xwe didin; dayik in, bav in, kur in, keç in. Ji her malbatê mirov li eniya berxwedanê ne. Vê îradeyê gelên Efrînê bi ser xist.

Destketiyên mezin ên hêzên şoreşger hene li Sûriyeyê. Hûn dibêjin, em sîstemeke demokratîk û hevgirtî ya Sûriyeyê bi gelê Sûriyeyê re dixwazin. Ev tê çi wateyê?

Çavkaniyên bin erdê û hemû dewlemendiyên Sûriyeyê yên gelên Sûriyeyê ne. Maf mafê wan e. Lê belê hin hêz dixwazin vê rewşê bi rengekî cuda binirxînin û tirs û fikaran bixin nava gel. Ji ber ku ev rewş li berjewendiyên wan nayê, serî li rê û rêbazeke wiha didin. Lê belê sîstema ku li Bakurê Sûriyeyê bi cih hatiye anîn, modela ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Sîwaneke ku civak tev dikare di bin de cih bigire. Di nava vê sîstemê de her reng heye. Ev yek ne ji bo qutbûna ji Sûriyeyê ye, berevajî ji bo xurtkirina Sûriyeyê ye. Yekane rêya hevgirtina Sûriyeyê ye."