Eva Hûsson: Jinên Kurd berxwedêr in

Derhênera fîlma ‘Keçên Rojê’ Eva Hûsson di Cannesa 71’emîn de axivî û got ,”Jinên Kurd berxwedêr in. Qet teslîm nabin û xurt in.”

Di festîvala fîlman a navneteweyî ya Cannesê de ji bo xelata ‘Palmiyeya Zêrîn’ fîlma bi navê ‘Keçên Rojê’ ya li ser jinên Kurd e, têra xwe bi îddîa ye. Fîlma ku Eva Hûsson derhêneriya wê kiriye, ji duh ve di salonên cihê yên festîvalê de tê nîşandan.

Dema ku galaya fîlm dihate kirin lîstikvanên jin ên fîlm slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin û duh di daxuyaniya çapemeniyê de jî qala têkoşîna jinên Kurd û berxwedana wan hate kirin.

‘MALBATA MIN JÎ LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ ŞER DIKIR’

Derhêner Eva Hûsson, lîstikvan Gulşîfteh Farahanî, Emmanûela Bercot, Zubeyde Bûlût û çêker Dîdar Domehrî tevlî civîna çapemeniyê ya li Cannesê bûn. Eva Hûsson têkildarî çêkirina fîlm got ku, “Du sedem hene ku, me ev fîlm çêkir. Yek jê malbatî ye, ya din jî bandora jinên Kurd e. Ez neviya leşkerî komarparêz im ê ku li dijî faşîzma Franco têkoşiyaye. Di malbata min de kevneşopiyeke wisa heye. Sedema din jî bandora jinên Kurd a li ser min e.”

‘MIN XWEST SERFIRAZIYA JINÊN KURD RAGIHÎNIM CÎHANÊ’

Derhêner Hûsson di axaftina xwe de qala berxwedana jinên Kurd kir û got, “Ligel zilma DAÎŞ’ê ya li ser jinên Kurd, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bandor li min kir. Ew tu carî teslîm nebûn, bi berxwedana xwe bandor li min kirin. Azweriya wan a têkoşînê zêde ye, tekane hedefa wan serfirazî ye. Vî tiştî bandor li min kir. Bi vî fîlmî min xwest têkoşîn û serfiraziya jinên Kurd ragihînim cîhanê. Berxwedana jinên Kurd nayê dîtin. Ji ber vê jî min xwest vê berxwedanê di sînemayê de bi cih bikim.”