Ertan: Bloka AKP-MHP'ê ya çûyînê ye

Parlamentera Wanê ya HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan ku demeke li Êlih û Sêrtê karê hilbijartinê yê partiya xwe dike got, "Divê gelên Tirkiyeyê ji surprîza Demîrtaş re amade bin."

HDP ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyeke berfireh dike. Parlamenter û rêveberên xwe di vê çarçoveyê de erkdar kiriye. Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li Sêrt û Êlihê ji bo hilbijartinê dixebite. Ertan qala kar û amadekariyên xwe kir.

'RÊVEBERIYA HEYÎ NEMA DIKARE BI RÊ VE BIBE'

Ertan hilbijartina ku wê bê kirin weke 'hilbijartina panîkê' bi nav kir ku bloka paşverû ya AKP-MHP'ê biryara wê dan û destnîşan kir, partî û girseya ku ji hilbijartinê re amade ye, HDP û dengdêrên wê ne. Ertan got, "Her kesên ku baweriya xwe bi paşerojeke ronî ya welêt heye, zanin û dibînin ku rêveberiya heyî nema dikare welêt bi rê ve bibe. Rewşa aboriyê, civak, mafên mirovan, hiqûq, dadgerî, qanûndanîn, rêveberî bi temamî têk diçin. Ev yek li pêş çavan e. Li hemû qadên jiyanê krîz heye. Di rewşeke wiha de dengdêr bi biryar e. Dema ku em li nava gel dinerin, vê biryardariyê bi hêsanî dibînin."

DIVÊ JI SURPRÎZA DEMÎRTAŞ RE AMADE BIN

Parlamenter Ertan got, hikumetê dev ji hemû sozên xwe yên beriya niha berdaye, nema dikare bi rê ve bibe û wiha dewam kir: "Bi taybetî dengdêrên HDP'ê dibînin ku hikumet nema dikare bi rê ve bibe û dem hatiye ku ji desthilatdariyê dakeve. Em jî, gelê me jî vê yekê dibînin. Rast e, di nava şert û mercên Rewşa Awarte de em ê hilbijartinê bikin. Dibe ku nehêlin ku em mîtîngan jî bikin. Benda 10 ji sedî, ji bo li pêşiya me bibe asteng dihêlin. Lê belê HDP wê li dijî her şêwe zext û zordariyan ji benda 10 ji sedî derbas bibe. Bi ya min, divê gelên Tirkiyeyê xwe ji surprîza Demîrtaş re amade bikin. Ji ber ku HDP û Demîrtaş di manîfesteya xwe de ji b paşeroja civakê gavên şênber ên ji bo rêvebirina bi hev re pêşkêş kirin. Ji vê yekê re jî bersiv tê dayin. Mîna 7'ê Hezîranê."

NERAZÎBÛNA KURDAN A LI LBOKA AKP-MHP'Ê

Ertan işaret bi coş û kelecana hilbijartinê ya li Êlih û Sêrtê kir û li ser nerazîbûna gel a li dijî tifaqa MHP-AKP'ê wiha axivî: "Gel bi biryar e. Dengdêr dibêjin, 'Em ê wê rojê biçin û dengê xwe bidin'. Baş pê zanin bê dengê xwe bidin kê. Wê mohra xwe li paşeroja welêt bidin. Ev yek wê ji bo paşerojeke ronî be. Wê ji bo çareseriya meseleya Kurd be. Ev îrade hem bandorê li kar dike, hem jî nîşan dide ku atmosfera hilbijartinê ber bi guhertineke erênî ve diçe. Gel bloka MHP-AKP'ê wee blokeke ku divê xwe jê bigire, jê bitirse, dibîne. Ji xwe eşkere ye bê MHP çi ye, li Kurdistanê qet û qet bandora xwe nîne. AKP'ê jî xwe da ber MHP'ê. Êdî Kurdên berê deng dane AKP'ê jî vê yekê qebûl nakin. Hinek hene ku vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin. Ev bloka ku MHP di nav de ye, bi ti awayî bersivê nabîne. Tu yê rabe ji aliyekî ve dijminatiyê li Kurdan bike, li aliyê din jî dengê Kurdan bixwaze."

'BLOKA MHP-AKP'Ê YA ÇÛYÎNÊ YE'

Ertaş destnîşa kir ku dengdêrên Kurd wê di vê hilbijartinê de qet deng nedin AKP'ê û got, "Kurdên ku berê deng didan AKP'ê, bi sozên AKP'ê yên ji bo çareserkirina meseleya Kurd bawer kiribûn. Lê belê bi vê hilbijartinê re ev blok wê êdî ji vir biçe. Em vê biryardariyê li qadê dibînin."

Parlamentera Wanê ya HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan işaret bi dek û dolaban kir ku di hilbijartinan de dibe ku bên gerandin û bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.