Enstîtuya Kurdî ji bo zarokan şahiya zimanê Kurdî lidar xist

Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, Enstîtuya Kurdî û Komuna Giştî ya Hagen a Elmanyayê ji bo zarokan şahiya zimanê Kurdî lidar xist.

Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, Enstîtuya Kurdî û Komuna Giştî ya Hagen a Elmanyayê ji bo zarokan li avahiya Enstîtuyê şahiya zimanê Kurdî lidar xist.

Nêzî 60 zarok tevlî malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de li ser navê Enstîtuya Kurdî Hacîre Genç û ji Komuna Giştî ya Hegenê Akan Geney axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser dîrok û girîngiya zimanê Kurdî.

Piştî axaftinan Koma Govendê ya Şehîd Asmîn derkete ser dikê.

Di şahiyê de nivîskar Elî Kerîmî, Ozlem Ozturk û Îlyas Şen jî lîstikên zarokan fêrî zarokan kirin û bi wan re lîstin. Xwendekarên zanîngehê jî bi boyaxkirina rûyên zarokan, şahî rengîntir kirin.

Şahî bi klamên dengbêj Necmedîn û Abdulrehîmê Mûşî bi dawî bû.