'Em bi gelan re jiyaneke çandî ya hevpar ava dikin'

Rêveberên TEV-ÇAND'ê dibêjin "Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke çandê ye" û di vê çarçoveyê de dixebitin. Rêveberan, konferansa çandê ya Kantona Cizîrê ku wê sibe bê lidarxistin û xebatên xwe yên çandê nirxandin.

Hevberdevkên Tevgera TEV-ÇAND a Rojava Dîrok Jin û Selman Abdulhamît Îbrahîm, xebatên xwe ji ANF'ê re nirxandin û qala projeyên xwe kirin.

Ez dixwazim bi dirûşme yan jî şiyara konferansa we dest pê bikim. Şiyara we çi ye?

Konferansa me ya TEV-ÇAND a Kantona Cizîrê "Em ji bendera çanda pêxember, hozan, dayik û zanyaran ber bi neteweya demokrat3ık dimeşin" tê lidarxistin.

Jinan amadekariyeke çawa ji konferanse re kirine?

DÎROK JIN: Em weke jin, ji xwe di nava xebatên giştî de cih digirin. Em bi rola pêşengiy3e radibin. Di nava dîroka çandî de ked, resenî û afirîneriay jinê her tim hebû. Em îro jî bi heman hewldan û berpirsyariyê vê yekê didomînin. Li her bajar û navçeyan me civîn lidar xist û di mijara avakirina jiyana çandî ya sîstemê de, jin bi roleke navendî rabûn. Gelek karên xweser hatin meşandin, ji bo xebatên giştî dewlemend bikin. Ev yek hê jî dewam dike.

Li Rojava, pêvajoya şoreşê hê jî dewam dike. Vê şoreşê bandoreke çawa li gelan, li çandan kir? Çanda şoreşgerî li vê erdnîgariyê bi roleke çawa rabû?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Beriya şoreşê ji xwe jiyaneke çandî ya gelan hebû. Li vê axê gelek çand hene. Di heamn demê de çanda têkoşîn û berxwedanê ava bû. Tevgerên çandî, olîtîk, nirx û şehîd her hebûn. Di nava pêvajoya serhildana civakî de ku li Sûriyeyê dest pê kir û weke mûxalefetekê bi rê ve çû, hem hunermendan, hem saziyên çandî û hevalên me yên xwedî vê temsîliyetê cihê xwe girtin û hewl dan bi rola xwe rabin.

Ji bo şoreşê li ser bingehekê bide rûniştandin û bixe ser rêyekê, hevalên me yên cihê xwe di nava xebatên çand û hunerê de digirin, xwedî li vê pêvajoyê derketin. Dibe ku ji aliyê pêşengiyê ve kêmasî dernetin holê, lê belê ti şexsiyet û saziyên me li derveyî vê pêvajoyê neman. Hemûyan roleke erênî lîstin.

Piştî şoreşê, bi rengekî berbiçav çi hat kirin?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Xebatên ji bo zarokan hatin kirin, beş ji bo wan hatin vekirin. Akademiya Şehîd Welat hat vekirin, xebatên perwerdeyê hatin destpêkirin. Akademiya Şehîd Yekta Herekol yek ji saziyên me ne ku di vê demê de hatine vekirin. Li navendên me beşên muzîk û şano hebûn. Bi pêşketina şoreşê re ev beş çalak bûn. Ji stranan heta felsefe, wêje û xebatên din ên hunera şoreşê, hilberîn zêde bû.

Mirov dikarin bêjin ku xebatên bi amatorî dihatin meşandin, bi mezinbûna şoreşê re dewlemend û profesyonel bûn?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Belê, bi vî rengî bû. Bêguman em nikarin bêjin her tişt ji sedî sed bi cih hat. Bi xurtbûna şoreşê re xebatên me jî mayînde û zêdetir dibin. Mînak; Ereb dibêjin 'Xatel Xemsiye'. Plansaziya 5 salan vedibêje. Me jî bi plansaziyeke bi heman rengî festîvalên zarokan, festîvala şano lidar xistin. Me li akademiyan dewreyên perwerdeyê lidar xistin. Li Akademiya Şehîd Welat, zêdeyî nîvê xebatkarên li sazî û tevgera çandê hatin perwerdekirin.

Şoreşa Rojava xwedî taybetmendiyeke welê ye, ku jin bi rola pêşengiyê radibin. Hema bêjin li hemû qadan temsîliyeta jinê, hilberîna jinê heye. Li qada çand û hunerê, rola jinê rê li ber guhertineke çawa vekir?

DÎROK JIN: Rola YPJ'ê ya di nava şoreşa Rojava de ji xwe ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi heyranî tê dîtin. Bêguman xusûsa ku serketinên leşkerî û siyasî mayînde bike, xebatên li qada çand û hunerê werin meşandin e. Ya ku her tim mayînde ye, çand e. Jinan hewl dan temsîliyeta vê mayîndebûnê bikin. Bi xweseriya jinê li her qadê re me xwest balê bikişînin ser girîngiya huner û jiyana ji aliyê jinê ve bên afirandin. Hema bêjin li her navendê, temsîliyeta me ya saziyî heye. Bi navê Tevgera Kevana Zêrîn rêxistinbûnek ava kir. Ji Efrînê heta Kobanê me konferans lidar xistin. Piştî konferansa TEV-ÇAND'ê em dixwazin li Kantona Cizîrê jî pêk bînin.

Li Rojava gelek çand û gelên cuda hene. Têkiliya we bi van çandan re, nêzîkatiya wan, xebatên we yên hevpar çawa ne?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Di nava sîstema netewe dewletê de bi taybetî li Sûriyeyê serdestiya çand û nasnameyekê hebû. Çanda Ereb -ku bi aliyê xwe yê neteweperestiyê- weke çanda serdest bi rengekî çewt ji aliyê desthilatdariyê ve li ser vê axê dihat ferzkirin. Niha li ser bingeha xeta neteweya demokratîk, em hewl didin hemû nasname û çand bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Bêguman nasname û çandên din ji aliyê rejîmê ve hatin tepisandin û çavtirsandin. Hewl hat dayîn, ku her tiştên ne aydî me ne, bi zorê bi me bidin qebûlkirin. Ji bo têkbirina vê û avakirina jiyaneke azad, em hew didin hemû çandên cuda di nava rewşa xwe ya xwezayî û netewebûna demokratîk de bi pêş ve bibin. Mînak têkiliya çandî ya bi gelê Suryanî re di asteke baş de ye. Komên Suriyanî cihê xwe di nava festîvalan de digirin. Bêguman divê em vê têkilî û piştgiriyê xurtir bikin. Weke tevgera çand, projeyên me yên berfireh hene.

Di çarçoveya van projeyan de karekî we yê şênber ku hûn dikarin qalê bikin, heye?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Li Serêkaniyê, komên Çeçen li navendên me yên çandê dixebitin. Me li Til Temirê ji bo stranên Suryanî, Erebî û Kurdî klîp kişand. Li Til Koçerê jî, ku 98 ji sedî şêniyên wê Ereb e, xebatên bi heman rengî tê meşandin. Me rêziknameya xwe li gorî çandên cuda ji nû ve amade kir. Zor û zehmetiya li pêşiya me ev e; şer hê dewam dike, ambargo heye û em neçar dimînin her tiştî li gorî vê bimeşînin. Xebat bi giranî dimeşin. Wekî din zexteke giran di dema xwe de li hemû çandan hatiye kirin. Tevî her tiştî jî, em ê biryarên xwe bixin meriyetê û çandan di nava rewşeke azad û demokratîk de hevpar bikin.

Bi nêzîkbûna konferansê re tiştekî ku hûn di dawiyê de dixwazin bêjin heye?

SELMAN ABDULHAMÎT ÎBRAHÎM: Dixwazim bêjim, em ê li ser şopa Rêberê xwe û şehîdên xwe, bi armanca paradîgmaya neteweya demokratîk karê xwe hê bi kalîte û berfireh bikin. Em ê gelên xwe, çandên xwe ji bin zilm û zordariya serdestan derxînin û bi hev re, li gorî ruh û dîroka vê axê, bi rengekî azad bijîn. Em ê bi stranên xwe, bi çîrokên xwe, bi şanoyên xwe, bi sînemaya xwe, bi amurên xwe, çanda xwe, çanda Mezopotamyayê ji nû ve şîn bikin û qadên nû yên jiyanê ji her kesî re vekin. Em ê li ser xeta jiyana azad û neteweya demokratîk konferansa xwe lidar bixin û bi ser bixînin.

DÎROK JIN: Rêberê me got, 'Civaka bê çand, civaka bê parastin e'. Em xwedî perspektîfekê ne ku çandan derdixîne holê û bi çanda şoreşgerî re dike yek. Em civaka azad û demokratîk ji aliyê çandî ve ava dikin. Em ê li ser xet û felsefeya Rêbertî çanda xwe mezinb ikin û bi nirxên civakê re mayînde bikin. Ez konferansa ku em ê lidar bixin, ji niha ve li gelan, şoreşê û hemû hevalan pîroz dikim.